Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku di navbera 23 û 30ê Kanûna Paşiyê de 986 kes hatine desteserkirin, 84 kes hatine girtin.
Li gor daxuyaniya wezaretê, “hêzên ewlehiyê 202 operasyon kirine.”
328 kes bi tometa têkiliya bi rêxistina re hatine desteserkirin 41 ji wan hatine girtin.
26 kesên tê hizirîn ku têkiliya wan bi DAIŞê re heye, hatine desteserkirin, yek ji wan hatiye girtin.
Di Operasyona FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) de 625 kes hatine desteserkirin, 42 ji wan hatine girtin.
Heft kesên tê fikirîn ku têkiliya wan bi rêxistinên çepgir re heye haatine desteserkirin. (BK/MB)