Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Xezîneyê ya DYAyê aşkere kiriye ku ji ber Rûsyayê Donetsk û Luhansk weke du herêmên serbixwe qebûl kiriye, cezayên ekonomîk li Rûsyayê biriye.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, 2 bankên Rûsyayê, Vnesheconombank (VEB) û Promsvyazbank (PSB) û 42 hevkarên wan hatine cezakirin.
Di heman daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku wê mal û milkên van bankan ên li DYAyê werin cemidandin, wê nikaribin bi kes û şîrketên DYAyê re kar bikin, ji sîstema fînansê ya kurewî werin derxistin û nikaribin dolarên DYAyê bidest bixin.
Wezareta Xezîneyê her weha 5 kesên nêzîkî Vladimir Putin, Serokdewetê Rûsyayê jî xistine nava lîsteya kesên ceza li wan hatine birîn. Li gorî vê daxuyaniyê ew kes ev in: Dîrektorê Serwîsa Ewlehiyê ya Federal û endamê daimî yê Desteya Ewlehiyê Denis Aleksandrovich Bortnikov û kurê wî Aleksandr Vasilievich Bortnikov, Rêveberê Payebilind ê PSByê Petr Mikhailovich Fradkov û Alîkarê Nivîsgeha Taybet a Serokomariyê Sergei Vladilenovich Kiriyenko û kurê wî Sergei Vladilenovich Kiriyenko. (TP/FD)