Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Dadê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê berdana Demîrtaşî wergerandiye tirkî û şandiye 19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê. Parêzerên Demîrtaşî diyar kirin ku ew li bendî biryara tehliyekirinê ne.
Bixwîne - Demîrtaş: Gelekî girîng e ku daraz serbixwe, bêalî û adil be
DMMEyê derbarê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de gotibû “girtina wî siyasî ye û divê bê berdan”.
Biryar bi ingilîzî û frensî hatibû nivîsandin. Niha jî wergera wê ya tirkî ya fermî duh ji bo dadgehê hatiye şandin.
Bixwîne - Wezîr Çavûşoglû : Em ê îtirazê li biryara DMMEyê bikin
Parêzerên Demîrtaşî vê sibehê daxuyaniyek belav kirine û tê de gotine ew li bendîne ku muwekîlê wan demildest bê berdan.
Dadgehê gotibû ku ew ê li bendî wergerê bin
Parêzeran di daxuyaniya xwe de wiha behsa pêvajoya piştî biryara DMMEyê kirine:
“DMMEyê 20ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê derbarê serlêdana şexsî ya Demîrtaşî de gotibû mafên wî hatine binpêkirin û divê demildest bê berdan. Li ser vê biryarê, me heman rojê, serî li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dabû û me daxwaz kiribû ku Demîrtaş bê tehliyekirin.
“Dadgehê diyar kiribû ku ew ê biryara xwe piştî şandina wergera biryarê ya ji Wezareta Dadê bide.
“Wezareta Dadê wergera biryara Demîrtaşî qedandiye, werger duh (29ê Çiriya Paşiyê) gihiştiye ber destê 19em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê”. (AS/FD)