Xebatên diyarkirina nasnameya kesên di şewata li Otela Grand Kartala Bolûyê de mirine, bi dawî bûn.
Wezareta Dadê ragihand ku hejmara kesên ku di şewata Otela Grand Kartalê de mirine 78 in û nasnameya hemû kesan diyar bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê ya 22ê Kanûnê, Serdozgeriya Komarî ya Bolûyê aşkere kiribû ku di encama testên DNAyê de di şewata li otelê de nasnameya 3 kesên din hatiye tespîtkirin ku mirine.Bi vî rengî hejmara kesên ku di bûyerê de mirine derket 79an.
Navên kesên ku di şewatê de mirine ev in:
Dilara Ermanoğlu, Alya Turan, Müge Turan, Vedia Nil Apak, Ferda Apak, Eslem Uyanık, Nehir Sarıtaş, Yılmaz Sarıtaş, Doruk Sarıtaş, Ömür Kotan, Bilal Gültekı̇n, Zehra Sena Gültekı̇n, Sümeyye Güner, Bekir Sadık Gültekı̇n, Muhammed Selim Gültekı̇n, Yusuf Sinaneddin Gültekı̇n, Enes Gültekı̇n, Rümeysa Gültekı̇n, Mehmet Cem Doğan, Ayşemin Elif Doğan, Ayşe Maya Doğan, Habibe Çetı̇z, Vedat Çetı̇z, Ahmet Çetı̇z, Sedat Çetı̇z, Esat Çetı̇z, Alican Boduroğlu, Ebru Boduroğlu, Mert Doğan, Duygu Doğan, Elif Naz Boduroğlu, Doğa Doğan, Mavi Doğan, Eren Bağcı, Ceren Yaman Doğan, Lalin Doğan, Müge Suyolcu, Pera Suyolcu, Atakan Yalçın, Derin Yalçın, Atıl Enis Tokcan, Atlas Kaan Tokcan, Kemal Tokcan, Can Tokcan, Demir Tüzgı̇ray, Defne Tüzgı̇ray, Yasemen Boncuk Tüzgı̇ray, Erhan Tüzgı̇ray, Kıvanç Güngör, Kerem Güngör, Burcu Güngör, Pelin Güngör, Nedim Türkmen, Ayşe Neva Türkmen, Ala Dora Türkmen, Yüce Ata Türkmen, Defne Arkadaş, Dila İnal, Ela İnal, Laura Kurtınadze, Feray Kanpolat, Oya Kanpolat, Özüm Karataşlı, Alya Altın, Kübra Altın, Esra Nazı̇k, Seden Nurgül Dayı, Süleyman Dayı, Ela Dayı, Buse Dayı, Yiğit Gençbay, Alp Mercan, Şevval Şahı̇n, Mine Akı̇şli, Şenol Akı̇şli, Gülçin Akı̇şli, Kürşat Yıldız, Nergiz Yıldız.
39 kesên di şewatê de birîndar bûn li nexweşxaneyê derketin
Her weha di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat ragihandin ku 1 jê giran 51 kes ji ber şewatê birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin, "39 welatiyên me piştî dermankirinê li nexweşxaneyê derketin û dermankirina 12 birîndaran li nexweşxaneyên me didomin."
Cenazeyan radestî malbatan dikin
Cenazeyên 20 kesên di şewatê de mirine, birin Saziya Tipa Edlî ya Enqereyê.
Cenazeyên 20 kesên ku nasnameya hatin diyarkirin, ji aliyê malbat û xizmên wan ve li pêşiya saziyê hatin wergirtin.
xebatên sarkirin û lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
Şewata ku duh danê sibehê saet di 03.27an de li Otela Grand Kartalê destpê kir, bi agahdarkirina destpêkê re tîmên agirkujiyê, AFAD, UMKE, Cenderme û rêxistinên civaka sivîl xebatên xwe yên berfireh yên midaxeleyê dabûn destpêkirin.
Xebatên lêgerîn, rizgarkirinû û sarkirinê 36 saet piştre bi dawî bûn.
(VC/AY)