Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Dadê di malpera xwe ya fermî de ragihandiye ku wan 12 zimanên din li Sîstema Zanyariyan a Sicîla Edlî ya Nû (ASBS) zêde kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, heta niha bi 28 zimanan dokûmanên sicîla edlî didan, b i vê biryarê re wê êdî bi 40 zimanan ev belge bên dayîn.
Ev belge destpêkê bi ingilîzî, fransizî, almanî û îtalî ango bi çar zimanan dihatin dayîn. Paşê li van zimanan spanyolî, flemenkî, danî û portekîzî jî hatin zêdekirin.
Kurdî nîne
Wezaretê paşê koreyî, japonî, çînî, slovakî, makedonî, rûsî, rûmenî, letonî, bûlgarî, arnavûtî û erebî jî li van zimanan zêde kiriye ku hejmara zimanan gihîştiye 19an.
Di sala 2022yan de boşnakî, xirvatî, qazaki, qirgizî, moxolî, ozbekî, sirpî, tacikî û tirkmenî jî liv an zimanan hatin zêdekirin û hejmar derket 28an.
Îro qeredaxî, lehî, macarî, swîsreyî, fînî, çekî, yewnanî, hîndî, bengalî, îbranîkî, malayî û endonezyayiya bahasayê ango 12 zimanên den jî lê zêde bûn. Li gorî vê encamê hejmara zimanan gihîştiye 40î.
Lê di nava zimanên ku Wezar Xizmetê dide de, kurdî nîne.
Wezaret di rojên pêş de wê ji bo darî, farisî û ûrdî jî dest bi xebatan bike. Li gorî daxuyaniya Wezaretê, di demên pêş de jî kurdî wê di nava zimanan de nebe. (NT/FD)