Wezareta Dadê, Akademîya Dadê ava kiriye
Bi biryara serokkomarîyê, Wezareta Dadê, Akademîya Dadê ava kiriye. Li akademîyê dadger, dozger û xebatkarên sîstema dadkirinê dê perwerdeyê bistînin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bi biryara serokkomarîyê, Wezareta Dadê, Akademîya Dadê ava kiriye. Li akademîyê dadger, dozger û xebatkarên sîstema dadkirinê dê perwerdeyê bistînin.
- Akademîya Dadê sala 2003yê hatibû vekirin.
- 9ê Tîrmeha 2018ê, bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnan de hatibû girtin.
- Li şûna akademîyê Navenda Perwerdekirina Dadger û Dozgeran hatibû avakirin.
- Îro bi biryarnameya ku Akademîya Dadê da avakirin, Navenda Perwerdekirina Dadger û Dozgeran hatiye girtin.
- Ji bilî dadger û dozgeran heke parêzer û noter jî bixwazin dê bikarin li akademîyê perwerdeyê bistînin.
- Mifettişên dadê dê perwerdeya li akademîyê kontrol bikin.
(AS/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.