Fotograf: Rûdaw - Arşîv
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihandiye ku hêzên komandoyên wî welatî di çarçoveya operasyona 'Pençe-Kaplan'(Pencik-Piling) de derbasî herêma Heftenînê li Herêma Kurdistanê bûne. Îranê jî herêma Hecî Omran topbaran kiriye.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di derengiya şevê din de li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye, hêzên komando û zirêpoş bi piştevaniya balafiran di operasyonê de beşdar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Wezaretê herwiha dîmenên daketina serbazên wî welatî ji helîkopterên leşkerî li nav axa Herêma Kurdistanê belav kirine, di heman demê de çend wêne ji navenda kontrol û çavdêriya operasyonê jî li ser Twittera xwe belav kirine.
"İranê Hacî Omran topbaran kiriye
Li gor nûçeya Rûdawê, Îranê jî îro dest bi topbarankirina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê kiriye.
Li gor heman nûçeyê , topxaneya Îranê îro dest bi topbarankirina deverên sînorî yên ser bi Hacî Omeranê li parêzgeha Hewlêrê kiriye û bilindahiyên gundê Alane bi dijwarî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine topbarankirin.
Muxtarê gundê Alane, Ebdullah Hisên gotiye, “Ligel topbarankirina navçeyên sînorî ji aliyê Îranê ve, balafirên Tirkiyê jî li esmanê navçeyê difirin.”
Îranê duh Sêşemê jî sînorê devera Balekayetî topbaran kiribû.
Beriya çend rojan Arteşa Tirkiyeyê bi balafirên şerî di saet 00.00ê şeva 14ê Hezîrana 2020an de Mexmûr, Şengal û Qendîl bomberana kiribû.
Bexda: Operasyonên xwe yên yekalî rawestînin
Wezareta Derve ya Iraqê, Tirkiye hişyar kiribû û gotibû êrişên xwe yên li Herêma Kurdistanê, rawestîne.
Wezareta Derve ya Iraqê derbarê operasyona Tirkiyeyê de gotibû, "Wezareta Derve ya Iraqê liv û tevgerên artêşa Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê, li dijî rêkevtin û hiqûqa navnetewî û peywendiyên dostane yên cîrantiyê û serweriya hikûmeta Iraqê pênase dike û ew êrişên Tirkiyê şermezar dikin."
Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê aşkere kiribû, balafirên wan ên şer 81 cihên PKKê li Qendîl, Şingal, Mexmûr, Qereçûx, Zab, Avaşîn û Basyanê bombebaran kirine. (AY/FD)
*Çavkanî: Rûdaw, AA