Weşanên Peywendê pirtûka bi navê “Tarîxa Dinêserê” ya Îbnu Ilalmiş Tebîbî weşand ku pirtûk bi Erebî hatiye nivîsandin û ji hêla Mela Birhanê Tarîniyî ve ji bo Kurmancî hatiye wergerandin.
Di pirtûkê de nivîskar li ser dîrok û navdarên li Qoserê jiyane disekine û van navdaran dide nasandin.
Ji nivîsa danasînê...
Tarîxa Dinêserê (Qosera Mêrdîna îroyîn), di warê dîroknûsiya bajarvaniyê ya serdema navîn de, çavkaniyeke gelek muhîm e. Hem dîroknasên Ewropî, hem jî yên Misliman bi giştî li ser bajarên weke Şam, Bexda, Qahîre, Îsfahan, Şîraz û Stenbolê berhemên xwe pêk anîne ku ew bajar bi giştî paytextên Împaratoriyan bûne û wekî navendên cîhana Islamî hatine qebûlkirin. Lê belê, li perîferiya împaratoriyan gelek bajar hene, di warê ilmî, çandî, aborî û siyasî de qet ji van bajaran kêm nîn in.
"Bajarên Mezopotamyaya Bakur eleqeya ku heq dikin nedîtine"
Bajarên Mezopotamyaya Bakur yên kurd lê niştecih in ti demê eleqeya ku heq dikin nedîtine. Dîroknûsiya serdest ku bi refleksek oryantalîst û kolonyalîst dîroka xwerêxistinkirina kurdan a bajarî, siyasî û civakî; bi giştî bi gund, çiya, eşîr, koçberî û çolteriyê pênase dike, kurdan bi taybetî ji jiyana bajarî û aîdiyetên wê yên çandî, ilmî û siyasî bêpar û mehrûm dihêle. Ji ber vê nêrîna serdest, dîroka gelek bajarên kurdan ên qedîm an nehatiye nivîsîn yan jî li ser tarixa milletên din hatiye hesibandin. Gelek destxet û belgeyên têkildarî dîroka bajarên qedîm yan li refên arşîvan de li benda rizînê hatine hiştin, yan jî bi zanatî hatine/têne tehrîfkirin. Ev berhema ber destê we, xebateke xwedî taybetiyeke wiha ye. Biçûk be jî dixwaze parçeyek muhîm yê dîrokeke qedîm ji tunebûn û rizînê xilas bike. Tarîxa Dinêserê hem ji bo xwendevanên ‘jirêzê’ yên eleqe nîşanî dîroka serdema navîn a kurdan û Îslamê didin, hem jî ji bo dîroknas û lêkolîneran berhemeke muhîm e.
Derbarê Îbnu Ilalmişî de
Tebîb û dîroknas Ebû Hefs Umer kurê Xidir kurê el-Lemiş kurê ed-Duzmiş kurê Israîlî yê Duneyserî (574-640 / 1179-1243). Ji Dinêserê ye. Cara ewilî li bajarê xwe Qur'ana Kerîm û qîraetan cem Îbnu Zamir Elî kurê Muhemmed kurê Debbasê Nîlî, Îbnu Xutluxê Nisîbînî û Elî kurê Emr kurê Usmanê Sêrtî dixwîne. Fiqhê li ba Seyfudînê Meraxî û Qadî Ebû Imranê Makisînî dixwîne. Mezhebê wî Şafiî ye. Lê gelekî feydeya fiqhê ji Qadî Etîq kurê Ibrahîmê Eyzûlî û Muhellebî (Girmelêbî) distîne. Ilmê tibê jî nik Sabit kurê Ehmedê Herranî li Dinêserê dixwîne. Ilmê Hedîs, Tefsîr, Luxet, Nehiw û Şiîran li cîyê mîna Herran, Irbîl, Mûsil, Bexdad, Mekke û Medîneyê û herî dawî jî li bajarê Xwe Dinêserê li bal gelek alim û şêxan dibe guhdar, dinivîsîne û dixwîne.
Esera wî: Hilyetu's-Seriyyîn min Xewasi'd-Duneyseriyyîn. (FD)