Weşanên Nûbiharê pirtûka bi navê ‘Suhbeta Sed Eşîran’ çapkir. Pirtûk ji alîyê Abdulkadir Kızılkaya ve hatîye nivîsîn.
Abdulkadir Kızılkaya di vê pirtûka xwe da behsa bûyerên li herêma Colemergê qewimîne, mijarên dîrokî, folklor û kelepûra herêmê kirîye. Herwiha behsa gelek gundan û serokên eşîran kirîye.
Agahiyên xwe bi uslûba sohbete dide; di vê pirtûka xwe da, bi hin peyvên berzebûyî, yan jî hatine jibîrkirin zimanekî dewlemend bi kar tîne.
Abdulkadir Kızılkaya ji Colemêrgê ye, 83 salî ye, ew ji gundê Gûzereşê ye û ji eşîra Pinyanişîyan e. Ew derbarê dîrok, çand û folklora kurdan; malbat, kesayet, gund, coxrafya û dîroka Colemergê da xwedîyê gelek agahîyan e. Wî heta niha li çendîn bernameyên televîzyonan behsa wan mijaran û çendîn mijar din kirîye. Herwiha wî li koçk û dîwanan jî dîwan gêrane û behsa wan mijaran bo haziran kîrîye.
Çavkanî: Botantimes