Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di encama biryara 6emîn Dadgeha Cezayan a Sulhê li Enqereyê, weşana malperên nûçeyan Mezopotamya Ajans, Demokrat Haber, Ozgurlukçu Demokrasi û 1HaberVar hatin astengkirin. Biryara astengkirinê duh (2yê Kanûna Paşiyê) hat standin.
Bi vê biryarê re malpera înternetê ya Ozgurlukçu Demokrasiye 44 car in ku tê astengkirin.
Qaşo wê BTKyê “hişyarî” bida!
Di 26ê Tebaxê ya 2017yê de Saziya Teknolojiya Zanyariyan û Ragihandinê (BTK) bi malperên înternetê re civînek çêkiribû. Di vê civînê de BTKyê behsa sîstema “hişyarîkirin-rakirinê” kiribû û ji van şîrketan xwestibû ku kunye û navnîşanên xwe yên di malperan de nû bikin. Rayedarên BTKyê diyar kiribûn ku daxwaz hatiye kirin ku beriya malper an jî rûpel were astengkirin bila bên hişyar kirin û ew jî li hemberî girtina bi temamî ya malperan in.
Lê li gorî zanyariyên ku Ajansa Mezopotamyayê da bianetê BTK li wan negeriya ye û daxwaza tiştekî ji wan nekiriye. Navnîşan û zanyariyên Ajansa Mezopotamyayê li ser malpera wê heye.
Ajansa Mezopotamyayê li ser vê navnîşanê weşana xwe berdewam dike.
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî jî li ser vê navnîşanê weşanê didomîne. (EA/FD)