Weqfa Mezopotamyayê wê bi awayê online kursa “Rêzimana Kurmancî” pêk bîne. Li gor daxuyaniya Weqfê kurs wê li gorî rêzimana nûjen û di asteke bilind de be. Her weha wê bi giranî li ser mijarên morfoloji, morfo-sentaks û sentaksa kurmanciyê be.
Kurs wê heşt hefteyan ango di navbera 27ê Çiriya Pêşiyê ya 2020an û 18ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de bi rê ve biçe û ders wê li ser Zoomê bên dayîn. Kontenjana kursê bi pêncî kesî sînordar e.
Eger ku serlêdan zêde çêbibin, kontenjan dibe ku bê nûkirin. Di nirxandina serlêdanan da şertê sereke ew e ku serlêder bi kurdî baş zanibin û xebitîbin û bi xebatên rêzimanê ra têkildar be. Şertekî din yê giring jî ew e ku divê serlêder bi kêmanî yan beşeka lîsansê dixwînin yan jî xelas kiribin.
Serlêdan wê heta 25ê Çirîya Pêşiyê bên qebûlkirin.
Ji bo serlêdanê divê forma serlêdanê bê dagirtin û ji bo e-maila [email protected] bê şandin.
26ê Çirîya Pêşiyê dê lîsteya kesên ku hatine qebûlkirin bê îlankirin.
Kurs bêpere ye. (FD)