Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî bi piştgiriya Komeleya Îsmet Şerîf Wanliyî (AFKÎV) dê bursê bide 6 xwendekaran. Bûrs wê bê beranber were dayîn û divê ew xwendekarên ku serî li bûrsê didin serkeftî bin û pêdiviya wan bi alîkariyê hebin.
AFKÎVê ji bo ku Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî bursê bide xwendekarên dibistana navîn û amadehiyê alikariya madî bi wan kiriye.
Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî jî vê alîkariyê dê weke bûrs bide 6 xwendakarên serkeftî û desteng. Wê bûrs bê beranber be.
Dayîna bûrsê bi tenê ji bo alîkariyê ye. Di dayîna bûrsê de cûdakariya ziman, ol û nijadê nayê kirin, dê bi şêweyekî wek hev bidin zarokên keç û kur.
Dema dawî ya serlêdanê 10ê Tîrmeha 2020an e. Di 3ê Tebaxê de wê bûrsiyer bêne aşkere kirin. Dayîna bûrsê jî wê di 15ê Tebaxê de destpêbike. Kesên ku dixwazin serî li bursa perwerdeyê bidin divê serkeftî û desteng bin. Perwerdehiya xwe ya sereke ya 4 salan temam kiribin û temenê wan di navbera 12-18 salî de be.
Xizmên karmend û rêvebirên Weqfa Îsmaîl Beşikçiyî û AFKÎVê wê nikaribin serî li bûrsê bidin. Her weha endam û karmendên Weqfê û AFKÎVê wê weke referans neyê nişandan. Kesên ku li saziyeke fermî yan taybet bûrsê digirin, bûrs ji bo wan nayê dayîn.
Kesê/a kû serî li bûrsê dide, divê heta roja 10.07.2020an formê tijî bike, wê ji prînterê derxe, îmze bike û belgeyên ku tên xwestin amade bike. (AO/AY/FD)