Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Îsmaîl Beşîkçîyî daxuyanîyek weşandiye û îlan kiriye ku ew ê Akademîya Payîzê pêk bîne.
Kesên bixwazin beşdarî bernameyê bibin divê formekê dagirin.
Mijarên akademîyê: Standardîzasyon û netewe, bawerî û jinên helbestvan, arşîvên farisî û kurdî, helbest û netewe, perwerde û nasname, rola rexneyê, netewesaziya kurdan, sînema û nasname.
Koordînatora akademîyê Kubra Sagir e.
Weqfê di daxuyanîya xwe de bi van gotinan behsa Akademîyê kiriye.
“Piştî Akademiya Biharê ya bi tirkî, bernameya Akademiya Payîzê ya bi kurdî ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçîyî dê di navbera 9ê Sermawezê - 28ê Berfanbarê (09.11.2019 - 28.12.2019) her hefte roja Şemîyê di navbera saet 14.00-17.00an de li Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî ya li Beyogluyê were lidarxistin.
“Bername ji bo xwendekarên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê vekirî ye û bi 30 kesan bisînor e.
“Ew kesên serîlêdan kirin dê herî dereng 06.11.2019an de bên agahdarkirin.
“Akademî bêpere ye!
“Kesên ku bi rêk û pêk beşdarî hemû hefteyên akademiyê bibin dê ji alîyê Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî ve sertîfîkaya beşdarbûnê werbigirin.”
Formê hûn dikarin bi vê lînkê bibînin.
Bernameya Akademîyê
Hefteya Yekem: 09.11.2019
STANDARDÎZASYON Û NETEWEBÛN
* Mikaîl Bilbil / Standardîzasyon û Rewşa Zimanê Kurdî
* Moderator: Kubra Sagir
Hefteya Duyem: 16.11.2019
BAWERÎ Û JINÊN HELBESTVAN
* Sevda Orak Reşîtoglu / Bawerîya Yarsanan û Jinên Helbestvan ên Yarsanî
* Moderator: Ensar Kûl
Hefteya Sêyem: 23.11.2019
ARŞÎVÊN FARISÎ Û KURD
* Esmaîl Shams / Sedsala 19an û Destpêka 20an: Arşîv û Çavkanîyên Farisî Li Ser Kurd û Kurdistanê
* Moderator: Eyyub Subaşi
Hefteya Çarem: 30.11.2019
HELBEST Û NETEWE
* Zûlkûf Ergûn / Helbesta Kurdî û Neteweperwerî
* Moderator: Evîn Aydin
Hefteya Pêncem: 07.12.2019
PERWERDEHÎ Û NASNAME
* Nurettîn Beltekîn / Bi Rêya Perwerdehîyê Înşakirina Neteweyê û Nasnameya Kurdî
* Moderator: Rifat Yildiz
Hefteya Şeşem: 14.12.2019
ROLA REXNEYÊ
* Remezan Alan / Rexne, Wek Naverokeka Nûjenîyê
* Moderator: Rahmî Oruç
Hefteya Heftem: 21.12.2019
NETEWESAZÎYA KURDAN
* Tahir Baykuşak / Di Destpêka Sedsala 20an De Netewesazîya Kurdan
* Moderator: Dîlan Salik
Hefteya Heştem: 28.12.2019
SÎNEMA Û NASNAME
* Yilmaz Ozdîl / Di Sînemaya Kurdî De Avakirina Nasnameyê
* Moderator: Ozden Demîr
(MB)
*Çavkanî û wêne: Weqfa Îsmaîl Beşîkçîyî