Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Weqfa Civaka Zelal ragihandiye ku wan hemû xebatên xwe daye sekinandin.
Weqif di demên dawî de bûbû hedefa Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û medyaya nêzîkî AKPyê k Osman Kavala, karsazê girtî di heyeta rêveberiya weqfê de ye.
Erdoganî 21yê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) a 2018ê de di dema 48em Civîna Mixtaran de bêyî ku navî wî bibêje, Osman Kavala tohmet kiribû û gotibû, têkiliya wî bi George Sorosî re heye ku karsazê DYAyî ye û bi eslê xwe ji Macaristanê ye.
Rêveberiya Weqfê îro daxuyaniyek belav kiriye û gotiye ku, wan weqif di sala 2018ê de ava kiriye û Wezareta Navxweyî û Midûriyeta Giştî ya Weqfan bi rêkûpêk karên wan kontrol dikin.
Rêberiya Weqfê nûçeyên ku di medyayê de li ser wan tên belavkirin bi gotinên “îdiayên bêbengeh û spekulasyonên bêpîvan” nirxandiye û gotiye ku di vê rewşê de “ne mimkun e xebatan berdewam bikin”.
Rêveberiya Weqfê
Nebahat Akkoç, Mûstafa Akyol, Îbharîm Betîl, Ferhat Boratav, Ustun Erguder, Memdûh Hacioglû, Osman Kavala, Can Paker, Ayşe Soysal, Mûrat Sûngûr û Bînnaz Toprak endamên Lijneya Mutewelî ya Weqfa Civaka Zelal de ne.
Temel Îskît, Ferhat Boratav, Ustun Erguder, Osman Kavala û Mûrat Sûngar ew nav in ku Lijneya Rêveber a Weqfê ji wan hatiye avakirin.
Weqfê derbarê pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Tirkiyeyê, reform, mafên jinan, perwerde, cidahiyên di navbera herêman de û pêşxistina civaka sivîl de piştevaniya projeyan dikir. (HK/FD)