Wêneyên rojnameger Zehra Doganê, bûne kartên pîrozbahiya cejnê
Gulistan Kiliç Koçyîgît Parlamentera HDPyê ya Mûşê wêneyên ku rojnameger û wênesaz Zehra Doganê xêz kirine çap kiriye û weke kartên pîrozbahiya cejnê ji siyasetmedarên girtî re şandiye.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) wêneyên ku Zehra Dogan rojnamegera girtî xêz kiriye çap kiriye û weke kartên pîrozbahiya cejnê ji siyasetmedar û hevşaredarên girtî re şandiye.
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê wiha gotiye; “Wêneyên Zehra Doganê ji zû de ye ji dîwarên bilind ên girtîgehê hil bûne ku bi têlan hatine dorpêçkirin û niha li her deran e.
Zehra Dogan
Di sala 1989ê de hatiye dinê. Li Zanîngeha Dîcleyê, Beşa Dersdêriya Nîgakêşiyê xwend. Ji destpêka avakirina JINHAyê ve(2012) vek nûçegihan û edîtor li wê derê dixebitî. (AS/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.