Fotograf: AA
Welîd Muelim, Wezîrê Karûbarên Derve, Wezîrê Kesên li Xerîbiyê û Alîkarê Serokwezîrî miriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyeyê (SANA), Wezareta Karûbarên Naxweyî aşkere kiriye ku Muelim miriye.
Cenazeye Muelimî wê ji Nexweşxaneya Şam el Şamiyê bê wergirtin û li Mizgefta Saad Bin Muazî nimêj li ser bê kirin. Paşê jî wê li Goristana Mezzeyê were binaxkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê de, ji bo sedema mirina Welîd Muelimî ti zanyarî nehatine dayîn.
Welîd Muelim ji sala 2006an ve Wezîrê Karûbarên Derve yê Sûriyeyê bû.
DYAyê di Tebaxa 2011an de ceza li ser beprisên hikûmeta Sûriyeyê sepandibû. Yek ji wan kesan jî Muelim bû.
Hefteya borî li Şamê bi piştgiriya Rûsyayê kongreyek ji bo vegera penaberên sûrî hatibû lidarxistin. Welîd Muelim jî beşdarî wê kongreyê bûbû. Hatibû gotin ku rewşa tenduristiya Muelimî ne baş e.
Derbarê Welîd Muelimî de
Di sala 1941ê de li Şamê ji dayik bûye. Di sala sala 1964ê de li Wezareta Karûbarên Derve dest bi karî kiriye karmend û di 1957an de bûye balyozê Sûriyeyê li Romanyayê.
Welîd Muelim ji sala 1990î heta 1999ê li DYAyê Balyozê Sûriyeyê bûye. Di sala 2005an bûye Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê û ji sala 2006an ve jî weke Wezîr kar dikir. (FD)