Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzi bitikîne
Li gor nûçeya rojnameya AGOSê, cihgirê patrîkê Patrîkxaneya Ermenîyan, Aram Ateşyanî dest ji karê xwe berdaye.
Ev demek e ku ermeniyên Tirkiyeyê hewil didan patrîkekê nû hilbijêre.
Li gor adetên patrîkxaneyê ji bo patrîkekê nû bê hilbijartin divîya wekîlê patrîkan dest ji karê xwe berde.
BIXWÎNE: Platforma Ramanê: Patrikiya Ermeniyan ya li Tirkiyê hatiye dagirkirin
Heşt sal in ku ji ber wekîlî dest ji karê xwe bernedida ermeniyan nedikarîn patrîkekê nû hilbijêre. Platforma Hiziran ji bo Aram Ateşyan dest ji karê xwe berde li change.orgê dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan kiribû.
Çi bûbû?
Di sala 2008ê de II. Mesrob Mutafyanê patrîk nexweş bû ku nikare karê patrîkîyê bi rê ve bibe. Wekîlê patrîkî li şûna wî karê patrîkîyê dikir. Ji ber hebûna wekîlî endamên patrîkxaneyê nedikarîn patrîkekê nû hilbijêre.(NV/MB)