Walîtiya Wanê heta 15 rojan hemû çalakî qedexe kirine
Walîtiya Wanê ragihandiye ku heta 15 rojan hemû çalakî û şahiyên li bajêr hatine qedexekirin.

Walîtiyê, li Wanê tevahî çalak û xwepêşandan carekî din qedexe kiriye.
Li bajarê Wanê qedexekirina çalakî û şahiyên li nav bajêr berdewam dike.
Walîtiya Wanê ragihandiye ku çalakî û şahiyên wek kampanya îmzeyan, belavkirina belavokan, xwepêşandan, mitîng, civîn, vekirina konan û çalakiya rûniştinê heta 15 rojan hatine qedexekirin.
Qedexe di 28ê Sibata 2022an de destpê dike wê heta 14ê Adara 2022an berdewam bike. (AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.