Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Stenbolê ji bo kûçik û pisîkên li kolanan dijîn, nivîsek ji Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, 39 şaredariyên navçeyan û qaymeqamiyan û Midûriyeta Çandiniyê ya Bajarî şandiye.
Walîtiyê ji saziyan xwestiye ku Rêziknameya Bicihanînê ya Derbarê Parastina Ajalan û Qanûna Parastina Ajalan pêk bînin.Walîtiyê her weha bibîr xistiye ku rêvebiriyên herêmî ji karê rehabîlîtasyonê yê ajalên kolanan berpirsiyar in.
Xwestiye ku şaredariyên stargehên wan nînin, dest bi vekirina stargehan bikin û yên hebin lê kêmasiyên wan hebin, bila van kêmasiyan temam bikin.
Walîtiya Stenbolê her weha xwestiye ku kûçikan sitewr bikin û piştî dermankirinê wan deynin cihên wan ên berê. (HA/FD)