Walîtiya Stenbolê destûr nedaye ku Meşa Rûmetê li Taksîmê pêk bê

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîteya 27em a Meşa Rûmetê ya LGBTI+yan li Stenbolê, li Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Stenbolê civîneke çapemeniyê pêk anî ye.
Ji Komîteyê Beren Azîzî axivî ye û bertek nîşanî qedexekirina Hefteya Rûmetê ya li Îzmîr û Antalyayê daye.
Bixwîne - Hefteya Rûmetê ya LGBTI+yan wê li Stenbol, Mêrsîn û Îzmîrê bi rê ve biçe
Azîziyê derbarê serlêdanên ji bo bername û Meşa Rûmetê yên Hefteya Rûmetê de zanyarî par ve kiriye û diyar kiriye ku wan daxwaza hevdîtinê li Walîtiya Stenbolê kiriye. Mehmet Ali Ozyigitî Alîkarê Waliyê Stenbolê bi wan re kom bû ye û ji wan re gotiye, ji ber ku Taksîm ne cihê civîn, meş û xwenîşandanan e ew ê meş li wir pêk neyê.
Azîziyê gotiye ku li ser vê rewşê wan ji bo Bakirkoyê serî li Walîtiyê daye. (EMK/FD)