Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li navenda Şirnexê û navçeyên Hezex, Cizîr û Silopyayê di hin sietên şevê de derketina derve qedexe bû. Walîtîya Şirnexê qedexeya ku ji beriya salekê îlan kiribû rakir.
Di 14ê Adara 2015ê de, li navenda Şirnexê ji bo hemî sietên roj û şevê qedexe hatibû îlankirin. Piştî 8 mehên qedexeya ji bo hemî sietan, di 8ê Sibata 2017ê de hat guhertin. Piştî guhertinê di sietên 23:00-02:30ê de derketina derve hat qedexekirin.
Qedexeyên li Şirnexê
*Cara pêşiyê li Şirnexê di 16ê Tebaxê de derketina derve hat qedexekirin. Di dema qedexeyê de li navçe û navenda Şirnexê operasyonên leşkerî hatin kirin.
*Walîtîyê hemî çalakî qedexe kirin.
Wêne: Murat Bayram – Şirnex/bianet