Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Walîtîya Şirnexê, li Şirnexê ji 14ê adarê ve derketina derve qedexe kiribû, walîtîyê îlan kir ku wê ji îro pê ve ji siet 05.00ê serê sibeyê heta 10.00ê şevê qedexe rakiriye.
Di daxuyanîyê de hat eşkerekirin ku divê niştecihên Şirnexê tax bi tax biçine nava bajarî. di lîsteya daxuyanîya walîtîyê de hatiye eşkerekirin ka divê niştecihên kîjan taxê divê biçine taxa xwe.
Kon hatibûn rakirin
Piştî ku di 14ê Adarê de derketina derve hat qedexekirin gelek niştecihan kon vegitibûn û di konan de dijîyan. Di 25ê Çiriya Pêşiyê de bi fermana Walîtîya Şirnexê kon hatibûn rakirin.
Ji bo Şaredariyê qeyûm hatibû erkdarkirin
Di 5ê Çiriya Paşiyê de, cihgirê walîyê Şirnexê Tûran Bedîrhanoglû wek şaredar ji bo Şaredariya Şirnexê hatibû erkdarkirin.
Hevserokê Şaredariya Şirnexê Serhat Kadirhan ji karî hatibû derêxistin. Hevserokê Şaredariya Şirnexê Ozlem Onûk jî hatibû girtin.
(NV/MB)