Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî hilbijartina birêvebiriyên herêmî encam dîyar bûn û Partiya Gelan a Demokratîk bi ser ket. Walîtîya Qersê li wî bajarî ji bo 12 rojan çalakî, meş û civîn qedexe kirine.
Walîtîyên bajarên Mûş, Îdir û Colemêrgê jî li wan bajaran heman qedexe îlan kiribû.
Walîtîya Qersê diyar kiriye ku “ji ber çalakiyên provakatîf û bûyerên civakî” qedexe hatiye îlankirin. Walîtîyê daxuyanîyek li malpera xwe ya fermî weşandiye. Malperê daye zanîn, walîtîyê îstixbarat standiye ku “komên marjînal û rêxistinên terorî” hewil didin rêkûpêkiya civakê têk bibin.
(HA/MB)