Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa ji bo kurdî’ qedexe kir
Walîtiya Kocaeliyê bi sedema ku ‘meşa ji bo kurdî’ pêk neyê, li bajêr ji bo 7 rojan hemû çalakî qedexe kir. Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî ji bo ku kurdî bibe dersa mecbûrî wê li Kocaeliyê meşek lidar bixista.

Walîtiya Kocaeliyê bi sedema ku ‘meşa ji bo kurdî’ pêk neyê, li bajêr 7 rojan çalakî qedexe kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Walîtiya Kocaeliyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî ji bo balê bikşîne ser "Daxwazên mafên zimanê kurdî", parvekirinên bi vî rengî kirine ku wê ji Kocaeliyê heta Enqereyê meşek lidar bixin. Her weha walîtiyê ragihand ku ji ber meşa navborî wan hemû çalakî û xwepêşandanên di navbera 31ê Çiriya Pêşiyê û 6ê Çiriya Paşiyê de qedexe kirine.
(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.