Ji bo nûçeya Tirkî (1) (2) / Ingilîzî bitikîne
Walîtiya Enqereyê piştî ku Rojên Filman ên LGBTİ yên Alman qedexe kir, niha jî bernameyên ku “wê ji hêla saziyên sivîl ên LGBTİyan ve bên lidarxistin” ji bo demeke nediyar qedexe kir.
Walîtiyê bi hinceta “hestyariyên civakî”, “tehrîkkirina aşkere ya ji bo kîn û dijminahiyê” “parastına tenduristî û exlaqê cemawerî” û “parastina azadî û mafên ên din” bername qedexe kirine.
Ji ber ku hedef hatibû nîşandan Atolyeya Mêrdînê ya projeya Nûçegîhaniya Zayend ya Civakî ya bianetê jî hatibû betalkirin. Atolyeya ku diviya di 18yê Çiriya Paşiyê de çêbibe ji hêla KaosGLyê ve tê piştevanî kirin.
Daxuyaniya Walîtiyê….
“Li ser medyaya civakî û saziyên medyayê yên nivîskî û dîtbarî hin zanyarî hatine bidestxistin ku ji hêla hin saziyên sivîl ên di bin navê LBGTT (lezbiyen, gay, biseksuel, transseksuel ango travestî) û LGBTİ (Lezbiyen, gay, biseksuel, transgender, intersex) li hin deverên bajarê me bernameyên weke sînema, sînevizyon, şano, panêl, pêşangeh û yên weke wan çêbikin ku hin hestyariyên civakî di nava xwe de dihewînin.
Walîtiyê di berdewamiya daxuyaniyê de diyar kiriye ku “bernameyên navborî wê aliyeke civakê yê ku di warê herêm, mezhep, ol, nijad û çîna civakî de xwedî taybetmendiyên cuda ye, li hemberî aliyê din bi awayekî aşkere ji bo dijminahî û kînê tehrîk bike”. Walîtiyê diyar kiriye ku “ev rewş wê ji bo ewlehiya cemawerî xetereya nêzîk û vekirî çêbike û dibe ku azadî û mafên derdorên din û exlaq û tenduristiya cemawerî xetereyê çêbike” û “ji ber hin hestyariyên civakî dibe li hemberî kes û komên dixwazin van bernameyan li dar bixin hin derdor bertekan nîşan bidin û provokasyon derkevin holê”.
Di daxuyaniya Walîtiyê de hatiye diyarkirin ku ji ber vê rewşê, “di çarçoveya xala 11/Cyê ya Yaseya Birêveberiya Bajar a hejmar 5442yê û di çarçoveya xala 17yê ya Yasaya Civîn, Xwenîşandan û Meşan a hejmar 2911yê û xala 11/f ya Yasaya Rewşa Awarte ya 2935ê de ji 18yê Çiriya Paşiyê ya 2017yê heta demeke nediyar bernameyên weke sînema, sînevizyon, şano, panel, pêşangeh û yên weke wan ên hestiyariya civakî dihewînin ji hêla Walîtiya me ve hatine qedexekirin ku wê ji hêla rêxistinên weke LGBTT_LGBTİyan ve werin çêkirin.”
Rêxistinên LGBTİ: Qedexe binpêkirina mafan rewa dikin
Pembe Hayat û Kaos GL yên li Enqereyê, li ser biryara Walîtiya Enqereyê ya derbarê qedexekirina bernameyan daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryar li dijî hiqûqê ye, cidaxwazî û kêfî ye û ew ê li hemberî vê pêvajoya yaseyî bidin destpêkirin.
Rêxistinên LGBTİyan balkişandin ser gotinên ku Walîtiyê weke hinceta qedexeyê nîşan dane û gotin ku ev gotin binpêkirina mafan û cidaxwaziya li hemberî LGBTİyan rewa dike. Walîtiyê hinceta qedexeyê bi gotinên weke “parastina tenduristiya cemawerî û exlaqê”, “hestyarên civakî”, “ewlehiya civakê” û “parastina maf û azadiya derdorên din” anîbû ziman.
Hat diyarkirin ku biryara qedexeyê li hemberî azadiya xweîfadekirin û ramanê û azadî û mafên bingehîn ên din; li dijî xala 10emîn a Destûra Bingehîn a wekheviyê saz dike û xala 26emîn a îfadekirina ramanan û azadiya belavkirinê û li dijî peymanên navdewletî ne ku Komara Tirkiyeyê alîgir wan peymanan e.
Komeleyan destnîşan kirin ku wezîfeya rêveberên herêmî û netewî têkoşîna li dijî cidaxwazî û nefretê ye û daxwaz kirin ku di demeke kurt de biryara qedexeyê were rakirin.
Kaos GL ji sala 1994ê û vir ve, Pembe Hayat jî ji sala 2006ê û vir ve xebatan dimeşîne. (HK/ÇT/FD)