Walîtiya Dêrsimê çalakî û xwepêşandan ji bo 15 rojan qedexe kirine

Fotograf: AA (Arşîv)
Walîtiyê, li Dêrsimê çalakî û xwepêşandanan ji bo 15 rojan qedexe kirine.
Walîtiya Dêrsimê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye ku ji ber şewba Kovid-19ê wan ji bo 15 rojan çalakî û xwepêşandan qedexe kirine.
Di daxuyaniyê da Walîtiye gotiye, bi biryara Meclisa Parastina Tenduristiya Parêzgehê di çarçoveya Madeya 19emîn a Qanûna Jimare 2911ê ya Civîn û Meşên Xwepêşandanê û herwiha Madeya 11emîn a Qanûna Birêvabirina Parêzgehan a Jimare 5442ê de ji bilî çalakiyên Walîtî û Qaymeqamtî destûrê bidin û yên dem û dezgehên dewletê, hemû çalakî û bernameyên din hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê da wiha hatiye diyarkirin ku "Hemû çalakiyên wekî mitîng, meş, xwepêşandan, çalakiya rûniştinê, vegirtina konan, vekirina stantan, konser û herwiha belavkirina danezan û broşuran heta 27ê berfanbarê saet 23.59an û ji bo 15 rojan hatine qedexekirin." (FD)