Ji bo Tirkî bitikîne
Piştî şerê li Şemzînanê yê di navbera endamên PKKyê û leşkeran de Walîtîya Colemêrgê ji bo sê rojan li Gundê Şapatanê yê Şemzînanê û li gundikên li dora wê derketina derve qedexe kir.
Li gor daxuyaniya Walîtîya Colemêrgê qedexe dê di siet 04:00 a 1ê Tebaxê(îro) de dest pê bike.
Binasê/sebeba qedexeyê weha hat eşkerekirin ‘’ji bo parastina asayîş û rêkûpêkiya civakê û parastina can û malên welatiyan.’’
Leşkerek miriye û 6 birîndar bûne
Dûhî(31ê Tîrmehê) di şerekê di navbera endamên PKKyê û leşkeran de, leşkerek miriye6 leşker jî birîndar bûne. (EA/MB)
ŞemzînanŞemzînan yek ji hersê navçeyên Colemêrgê ye. Li gor daneyên fermî di sala 2015ê de nifûsa wê(hejmara niştecihên wê) 55 hezar û 199 bû. Meznahiya wê 1452 km2 ye. Bilindahiya wê 1450 metre ye. Hevşaredarên Şaredariya Şemzînanê, Seferi Yılmaz û Nahide Yılmaz ên ji Partiya Herêman a Demokratîk in. |