Walîtiya Colemêrgê heta 15 rojan hemû çalakî qedexe kirine
.jpg)
Fotograf: AM
Li Colemêrgê heta 15 rojan hemû cure çalakî û bername hatine qedexekirin.
Walîtiya Colemêrgê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye ku heta 15 rojan li navenda bajêr hemû çalakî hatine qedexekirin.
Walîtiya Colemêrgê di daxuyaniyê de wiha gotiye: “Ji bo rêgirtina li tawanan, parastina maf û azadiyên kesên din û belavbûna vîrûsa Coronayê” qedexe hatiye ragihandin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê, li meydan, sikak, kolan, park û cihên giştî hemû çalakiyên wek mitîng, civînên li cihên vekirî, meş, çalakiyên rûniştinê, protesto, grevên birçîbûnê, vedana konan û standan, civînên çapemeniyê, konser, şahî, belavkirina belavokan û hemû çalakiyên wiha hatine qedexekirin. Qedexe roja 2ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an di saet 00:01ê de destpê kiriye û wê heta 16ê heman mehê saet 23:59ê berdewam bike. (AY)