Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê derbarê teqîna li avahiya Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Baglarê de destnîşan kir ku tonek teqemenî di tunelê de hatiye bikaranîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di lêkolînê de derketiye holê ji jêrzemîna avahiya li kêleka avahiya Midûriyeta Emniyetê ber bi atolyeya tamîrê ya girêdayî Midûriyeta Tamîrkirinê 30 metre tunel hatiye kolan û di encama lêkolîna krîmînal de hatiye dîtin ku toneq teqemeniya ji RDX, Amonyum Nitrat, TNT û mazotê ve hatiye saz kirin li vir hatiye bicî kirin û bi mekanîzmaya li gorî saetekê hatiye eyarkirin ve hatiye teqandin.”
Di vê navberê de hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve tê birêvebirin de 5 gumanbar hatine desteserkirin. (NV/FD)
Fotograf: Ali Yıldız - Amed/AA