Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtîya Amedê diyar kiriye ku li 23 gund û gundikan operasyoneka leşkerî dê bê kirin û ji ber vê yekê li wan deran derketina derve qedexe ye.
Nehatiye diyarkirin ka qedexe dê kengê bê rakirin.
Malpera walîtîyê navên tirkî yên gund û gundikên lê qedexe hatî îlankirin weşandiye.
Gund û gundikên navçeya Licê:
Serince, Kayacık, Uçarı, Ziyaret, Esenler, Ortaç, Yalaza, Çavundur, Dolunay, Bağlan, Kabakaya, Kutlu û Oyuklu
Gund û gundikên navçeya Hezroyê:
Gözebaşı, Sarıerik, Meşebağları, Kavaklıboğaz, Kırmataş, Terdöken, Çitlibahçe, Dadaş û Ormankaya.
Gundê navçeya Karazê: Boyunlu û gundikên girêdayî wê.
Qedexeya derketina derve
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) eşkere kiriye ku ji 16ê meha heştem(Tebax) a 2015ê heta 1ê meha yekem(Kanûna Paşiyê) a 2019ê li 11 bajar û 51 navçeyan derketina derve hatiye qedexekirin.
1234 rojan qedexe hatiye îlankirin. Li gor îlanên bi awayekê fermî hatîn eşkerekirin 351 caran qedexe hatiye îlankirin.
Bajarê ku herî zêde qedexe lê hatiye îlankirin bajarê Amedê ye. Ji 16ê Tebaxa 2015ê heta îro yanî di 3 sal, 4 meh û 16 rojan de;
Li Amedê 204 caran, li Mêrdînê 54 caran, li Colemêrgê 23 caran, li Şirnexê 13 caran, li Bilîsê 20 caran, li Mûşê 7 caran, li Bîngolê 7 caran, li Dêrsimê 6 caran, li Êlihê 6 caran, li Elezîzê 2 caran û li Sêrtê 9 caran derketina derve hatiye qedexekirin.
Li gor daxuyaniya TIHVyê mafê ewlehiyê, rêza li jiyana kesane ya malbatan, mafê azadiya rêxistîbûnê, mafê parastina milk û malan, mafê perwerdekirinê, qedexeya sivikkirina qedrên mirovatiyê hatine binpêkirin.
(AS/MB)