Walitîya Amedê li 18 gundan derketina derve qedexe kir
Walîtiya Amedê duhî li 18 gundên navçeyên Hezro, Licê û Karazê yên Amedê qedexeya derketina derve îlan kir. Qedexe dê ji siet 5:00ê ve dest pê bike.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê duhî li 18 gundên navçeyên Hezro, Licê û Karazê yên Amedê qedexeya derketina derve îlan kir. Qedexe dê ji siet 5:00ê ve dest pê bike.
Li malpera walîtîyê hatiye dîyarkirin ku operasyonek dê li wan deran bê pêk anîn û ji bo operasyonê derketina derve hatiye qedexekirin.
Li gor daxuyaniya walîtîyê ‘’operasyon ji bo parastina can û malên welatiyan tê kirin.’’
18 Gund
[Bi zimanê Tirkî] gundên qedexe lê hatîn îlankirin ev in:
Arıklı, Dibekköy, Çağdaş, Yolçatı, Serince, Kabakaya, Uçar, Kayacık, Esenler, Ziyaret, Ortaç, Çavundur, Dolunay, Bağlan û Yalaza [Licê] ; Çitlibahçeya [Hezro] û Kocaköy Boyunlu û Gözebaşı [Karaz]
(YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.