Walîtiya Amedê ji ber “Mîtînga Azadiyê” giliyê parlamenterên DEM Partiyê kiriye.
“Mîtînga Azadiyê diviyabû li Meydana Îstasyona Amedê bihata kirin. Rêveberên DEM Partiyê, DBP û gel ên ku xwestin xwe bigihînin qada mîtîngê li ber AZC Plaza ya navçeya Ofîsê hatin dorpêçkirin.
Girseya ku nekarî bikevin qada mîtîngê, li ber Ofîs AZC Plazayêd daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, parêzerê Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tuncel Bakirhan di dema axaftinên xwe de gelek caran rastî astengiya polîsan hatin. Walîtiyê derbarê parlamenterên ku tevî astengiyan daxuyanî dan de daxuyanî da.
Walîtiyê diyar kir ku wan giliyê parlamenterên ku beşdarî mitînga ji ber ewlehiyê hatibû qedexekirin bûne, kirine. Her weha walîtiyê destnîşan kiriye ku 6 kesên beşdarî mîtîngê bûne ji ber ku propagandaya rêxistinê kirine, hatine desteserkirin.
Nasnameyên kesên hatin desteserkirin hêj nayê zanîn.
Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) jî diyar kir ku rojnameger Heval Onkol, Hêvîdar Onver û Sonay Odengit di dema şopandina çalakiyê de rastî tundkari polîsan hatine û bertek nişan da.
(ED-AY)