Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Kemal Gûn bavek e ku kurê wî hatiye kuştin ji bo ew hestiyên kurê xwe bistîne 83 roj in ku wî dest bi greva birçîbûnê kiribû. Walîtî dê hestiyên kurê wî teslîmî wî bike.
BIXWÎNE: Bavê ku ji bo termê kurê xwe bistîne ketîbû di greva birçîbûnê de 18 hezar Lîre ceza stand
Serokê BAROya Dêrsimê Bariş Yildirimî ji bianetê re got ku îro wî û waliyê dêrsimê hev dîtine. Walîyê ku di heman demê de şaredar e soz daye ku hestiyên kurê Kemal Gûnî dê teslîmî wî bê kirin.
Kemal Gûn dê dest ji greva birçîbûnê berde.
Serdozgeriya Dêrsimê û walîtîyê eşkere kirin ku hestî ji bo şaredariyê hatiye şandin û di rê de ye.
Bariş Yildirimê parêzer eşkere kiriye ku dema hestî gihan Dêrsimê dê ji bo Kemal Gûnî bê telîmkirin.
Hestiyên termê kurê Kemal Gûnî li Navenda Tiba Edlî ya Meletîyê bûn.
Çi bûbû?
Kemal Gûnê 70 salî ji bo termê kurê xwe bistîne li Meydana Seyît Rizayî ya Dêrsimê ketibû di greva birçîbûnê de.
Dadagehê ji bo her roja Kemal Gûn li meydanê mayî 227 Lîre ceza da wî. Wî li ser hev 18 hezar û 387 Lîre ceza stand.
Sebeba dayina cezayî “dagirkirina cihên civakî” ye.
Li navçeya Xozatê ya Dêrsimê bi balafirên şerî yên artêşa Tirkiyeyê kurê Kemal Gûnî kuşt. Kemal Gûn ji bo termê kurê xwe bistîne 82 roj in ku di greva birçîbûnê de bû.
Kemal Gûnî ji DHAyê re gotibû:
“Ez dixwazim hestiyên kurê min ji bo min bên dayin. Armanca greva min ev e. Bila goreka wî çêbibe ez ê demildest dest ji girevê berdim.
“Piştî êrîşa bi balafiran ez bi xwe bi dewletê re çûm keşfê. Min hestiyên kurê xwe ji şikevtê kom kirin û dan dewletê. Min çawa daye ez welê dixwazim jî.
“Dewlet rojane 227 Lîre cezayî dide min. Ew diyar dike ku ez cihekê civakî dagir dikim. Ev der parqek e û mafê min heye lê rûnim. “
(AS/MB)