* Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Vîrusa Koronaya nû (Kovîd-19), cara pêşin li Vuhana bajarê Hûbeya eyaleta Çînê di 12ê berfanbara 2019an da hatibû tesbîtkirin û di demekê da li bajar û welatên din belav bûbû.
Vîrûsa Covid-19yê ji xeynî Çînê heta niha li 76 welat û herêma belav bû yî.
Li gor nûçeyên Ajansa Anadolûyî heta niha li seranserê Cîhanê 90 hezar 932 nexweş hatine tomar kirin. Hijmara mirîyan geyîştîye 3 hezar û 119 kesan, yên li ber vîrûsê ketiye geyîştîye 48 hezar û 173 kesan.
DYA
Rayedarên Tenduristîyê yê eyaleta Washîngtona DYAyê ragihandiye, heta niha ji ber vîrûsa covid-19yê 6 kes mirî ne.
Li gor rayedaran, li Kîng Countyê 14, li Snohomish Countyê 4 û li eyaleta Washîngtonê bi giştî 18 nexweş hatiye tomar kirin. Herweha li seranserê DYAyê 87 nexweş hatiye tespit kirin.
Îtalya
Rêvebirê Giştî yê Berevanîya Sîvîl ya Îtalyayê Angelo Borrellîyî gotiye, heta niha hijmara kesên ku ji ber vîrûsa covîd-19yê mirîne gihîştiye 52yan.
Borellîyî diyarkirîye ku hijmara kesên li ber vîrûsê ketine, derketiye 1835an yên ku ji vîrûsê filitîye 149e.
Çîn
Li Çînê hijmara kesên ku ji ber vîrûsa koronaya nû (Kovîd-19) mirine gîhîştiye 2 hezar û 945an.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiyê, li welêt di 24 saetên dawîn da 35 kes mirine û di 125 kesan da jî vîrûs hatiye tespîtkirin.
RTCyê ekip şandîye Îranê
RTCyê (Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê) ragihandîye ku wan komek ji pisporan ji ber vîrûsa covîd-19yê şandiye Îranê.
Li Îranê ji ber vîrûsê heta niha 66 kes mirî ne û 1501 nexweş hatiye tomar kirin.
YEyê “Koma Midaxeleya Koronavîrûs"ê ava kiriye
Serokê Komîsyona Yekitîya Ewropayê Ursula Von der Leyenê ragihandiye, wan ji ber tekoşîna pir alî ya li dijî vîrûsa covîd-19yê “Koma Midaxeleya Koronavîrûs"ê ava kiri ne.
Reqemên dawî yên Cîhanê
Li 77 welat û herêman hijmara nexweşên tespîtkirî û li ber vîrûsa covîd-19e ketine weha ye:
Çîn 80 hezar û 151 kes
Koreya Başûr 4 hezar û 812
Makaû 10
Japonya 274
Hong Kong 100
Tayvan 41
Îtalya 2 bin 36
Îran 1501
Sîngapur 108
DYA 103
Kûveyt 56
Tayland 43
Fransa 191
Bahreyn 49
Awûstiralya 34
Malezya 29
Elmanya 165
Mirnişînên Erebî 21
Îspanya 120
Vîyetnam 16
Îngîltere 40
Kanada 27
Siwêd 15
Iraq 26
Ûmman 6
Rûsya 3
Îsvîçre 30
Hîndistan 6
Filîpîn 3
Xirvatya 8
Yewnanistan 7
Îsraîl 12
Luksembûrg 1
Lubnan 13
Awûsturya 18
Pakistan 5
Fînlandiya 7
San Marîno 8
Cezayîr 5
Nepal 1
Srî Lanka 1
Kamboçya 1
Belçîqa 8
Misir 2
Afganistan 1
Brezîlya 2
Gurcistan 3
Kuzey Makedonya 1
Estonya 1
Hollanda 18
Romanya 3
Norveç 25
Danîmarka 4
Zelanda ya nû 1
Îzlanda 9
Lîtvanya 1
Belarûs 1
Nîjerya 1
Qetar 7
Azerbaycan 3
Swêd 15
Îsvîçre 19
Meksîka 6
Îrlanda 1
Ekvador 7
Monako 1
Ermenistan 1
Tûnis 1
Erebistana Siûdî 1
Fas 1
Letonya 1
Ûrdin 1
Komara Domînîk 1
Andorra 1
Çekya 4
Endonezya 2
Portekîz 2
(TP/AY/FD)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye