Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Şeşem danişîna dadgeha 20 rêveber û nivîskarên rojnameya Cûmhûriyetê li dadgeha di nava Kampûsa Girtîgeha Silivriyê de berdewam dike ku Mûrat Sabûncû Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Cûmhûriyetê, parêzer Akin Atalay Serokê Lijneya Îcrayê, nûçegihan Ahmet Şik û Ahmet Kemal Aydogdû bikarhênerê Twitterê jî di nava wan deye.
Duh rêxistinên hiqûqê di 49emîn “Nobeda Edaletê” de li ber avahiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê nepox firandin ber bi ezmanan ve. “Nobeda Edaletê” ji bo piştgiriya parêzerên di doza Rojnameya Cûmhûriyetê de tên dadgehkirin dest pê kiribû.
Em wê vîdeoyê par ve dikin ku tê de dibêjin “Bila Akin Atalay û Edaleta xwe kiribin bigihêjin hev…Bila Mûrat Sabûncû li Eylema xwe karibe vegere…Bila Ahmet Şik karibe Yoncaya xwe himbêz bike…Sibê dema em dîroka xwe dinivîsin em ê li Silivriyê bin”.
Di çarçoveya dozê de Mûrat Sabûncû Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Cûmhûriyetê û parêzer Akin Atalay Serokê Lijneya Îcrayê 495 roj in, nûçegihan Ahmet Şik 434 roj in û Ahmet Kemal Aydogdû bikarhênerê Twitterê 444 roj in ku girtî tên dadgehkirin. (HK/FD)