Li Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 9 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Yek ji van fîlman bi navê “Titane” ye. Derhênera Fransî Julia Ducournau fîlm girtiye ku fîlmî di Mihrîcana Fîlman a Cannesê ya 2021ê de xelata Palmiyeya Zêrîn qezenc kiribû.
Di fîlmî de Vincent Lindon, Agathe Rousselle, Garance Marillier, Lais Salameh û Myriem Akheddiou dileyîzin. Fîlm qala serpêhatiyan dike ku tê îdiakirin ji ber mêrikekî derketine. Ew mêrik çend sal berê winda bûye û paşê derketiye holê.
"Resident Evil: Bajarê Raccoonê"
Derhênerê fîlmî Johannes Roberts û lîstikvanên wê jî Kaya Scodelario, Hannah John-Kamen, Neal McDonough, Tom Hopper û Robbie Amell in.
DYA, Almanya û Kanadayê bi hev re produksiyona girtine ser milê xwe.
Di fîlmî de wehşetek belavî tevahiya dinyayê dibe û şevekê rewş li Raccoon Cityê hê xirabtir dibe.
"Posteya Fransayê"
Frances McDormand, Tilda Swinton, Bill Murray, Elisabeth Moss û Timothee Chalamet tê de dileyîzin. Wes Anderson jî derhêner e.
Fîlm di sedsala 20î de li bajarokeke xeyalî ye Fransayê derbas dibe û qala çîrokên balkêş dike ku di kovara "The French Dispatch of the Liberty, Kansas Evening Sun" a li herêmê navdar e, hatine weşandin.
“Dilsozî Hesen”
Fîlmê bi navê "Dilsozî Hesen" yê ku Semîh Kaptanoglû derhênerê wê ye wê bikeve vîzyonê ku serlîstikvanên wê Umur Karadag û Fîlîz Bozok in.
Fîlm wê li ser navê Tirkiyeyê beşdarî pêşbirka 94emîn Xelatên Akademiyê bibe.
Di fîlmî de mêrikekî bi zevî û baxçeyê fêkiyan ve debara xwe dike ji ber ku dixwazin dîregê ceyranê di zeviya wî de bi cih bikin gelekî aciz dibe û hewl dide rê li ber bigire.
"Aykutê Zava 2"
Fîlmê ku cureya wê komedî ye û serlîstikvanên wê Cem Gelînoglu, Melîs Babadag, Lale Başar, Hakan Yilmaz û Mufîît Kayacan in Onur Bîlgetayî derhêneriya wê kiriye.
Di fîlmî de Aykut wê bi Gulşahê ra bizewice, lê ji nişkê va zavayekî berê yê malbatê derdikeve holê.
"Mêrikê Bêkar"
Derhênerê fîlmî Alî Aggul û lîstikvanên wê jî Asim Akar, Hasan Goktaş û Ayşe Îkîz in.
Di fîlmî de behsa mêrîkekî her tim ji kar tê qewirandin tê kirin.
"Çîrokên Bizdandinê yên Şevê"
Produksiyona ingilîzan e. Oliver Park, Jason Bognacki, A.J. Briones, Joshua Long, Sergio Morcillo, Adam O'Brien, Luciano Onetti, Nicolas Onetti, Pablo Pastor û Matthew Richards derhêner in.
Di fîlmî de Patricia Arizmendi, Adrian Barriopedro, Claudia Beattie, David Breen û Gabriel Carrubba dileyîzin.
"Clifford Kûçikê Sor ê Mezin"
Ev fîlmê anîmasyon Walt Becker derhêneriya wê kiriye Qala hevaltiya Emily Elizabethê ya bi Cliffordê cêwrik ê paşê bû kûçikekî qerase re, dike.
"Qesra bi Kûkla 2: Kaşifê Daristanê
Di fîlmê anîmasyonê ya xwemalî de qala hevaltî, hevkarî, ewlehî û hurmeta heywan û nebatan tê kirin. (FD)