Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 5 wê xwemalî, bi giştî 9 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Yek ji van fîlman, yê bi navê "Ava Sekinî" ye. Tom MvCarty derhênerê filmî ye û Matt Damon, Abigail Breslin, Camille Cottin, Deanna Dunagan û Robert Peters di filmî de dilîzin ku serleheng Matt Damon e.
Di fîlmi da qîza Allisonî (Matt Damon) digel dibêje wê kes nekuştiye, tê girtin. Damon hewl dide ku qîza xwe ji girtîgehê derxe.
"Qutiya Reş"
Dehêneriya fîlmî Qutiya Reş Yann Gozlan dike û di fîlmê da Pierre Niney, Lou de Laage, Andre Dussollier û Olivier Rabourdin dilîzin.
Di fîlmê da ciwanek dixebite ku sedeme ketina teyareyeke teze fehm bike ûli ser qutiya reş a teyareyê lêkolînan dike.
"Yên ku Pir Tên Firotin"
Derhêneriya fîlmî Yên ku Pir Tên Firotin. Lîna Roessler dike û di fîlmê da Aubrey Plaza, Cary Elwes, Michael Caine, Scott Speedman û Ellen Wong dilîzin. Senaryoya fîlmê jî bi destê Anthony Grieco hatiye nivîsandin.
Di fîlmî da jinek weşanxaneyeke ku pirtûkê zêde tên firotin çap dike dikire. Jinik dibîne ku li gor peymanê Harrîs Shawê nivîskarê navdar ji weşanxaneyê ra pirtûkeke teze deyndar e û çîroka fîlmê dest pê dike.
"Z"
Derhêneriya fîlmê "Z"yê Brandon Christensen dike û di fîlmî da Keegan Connor Tracy, Jett Klyne, Sean Rogerson, Sara Canning û Stephen McHattie dilîzin.
Di fîlmî da qala malbateke ku hevalên xeyalî miseletê kurê wan ê 8 salî bûye dikin.
"Suveyda"
Filmê bi navê "Suveyda" yê ku senarîst û çêkerê wê derhênerê navdar Mesut Uçakan e wê sibê bê nîşandan.
Mijara fîlmî zarokekî 11 salî ye ku navê wî "Hadim" e û dixwaze bibe hafiz.
Lîstikvanên fîlmî Necip Fazil Belge, Fatîh Kuçuk,Yusuf Duru, Mehmet Keflî, Sila Naz Akça, Seda Kement Aydin, Kivilcim Kaya, Hulya Akyol, Mehmet Fatih Yildiz û Ahmet Şahin in.
"Nameyên Pêncî Peyvî"
Derhênerê fîlmî "Nameyên Pêncî Peyvî" Emîr Khalîlzadeh e. Gîzem Karaca Ekmekçî, Îlker Kizmaz, Tekîn Temel, Îlhan Şeşen û Derya Alabora lîstikvan in.
Cureya fîlmî, biyografî ye ku behsa Ahmet Tevfîk Îlerî, Wezîrê Îskanê yê dema darbeya 27ê Gulanê dike.
"Însan Du Cure ne"
Derhênerê fîlmî Tunç Şahîn, derhênerê dîtbariyê jî Sebastian Weber e.
Cûreyê filmî dram e û Burcu Bîrîcîk, Pinar Denîz, Aras Aydin, Başak Daşman û Erdem Akakçe serlîstikvaniyê dikin.
"Baturalp"
Derhênerê fîlma "Baturalp"ê Gokhan Aksu, lîstikvanên wê jî Gurkan Arikboğa, Yakup Yavru, Erdem Çomlek û Oguz Serîn' in.
Cureya fîlmê komedî ye.
"Sîr-Ayet: Mirî
Gunay Gunaydin derhênerê fîlmî ye û di fîlmî de Efsun Akkurt, Sebahat Adalar, Betul Ceyhan, Şehnaz Dîlan û Ceysu Yetkîn dilîzin. Di fîlmî da qala ciwaneke ku her tim di xewna xwe da dayika xwe ya 5 sal berê miriye dibîne dikin. (FD)