Vê hefteyê 7 jê xwemalî 9 fîlm wê li salonên sînemayê yên welêt bikevin vîzyonê.
Di fîlmê "Morbius" de Jared Leto, Jared Harris, Matt Smith, Adria Arjona û Michael Keaton dileyîzin.
Daniel Espinosa derhênerê wê ye.
"Lê Ku Ez Bimrim"
Fîlmê "Lê Ku Ez Bimrim" ya Faik Ahmet Akinci derhênerê wê ye, qala serboriyên malbateke ku zaroka wan bi nexweşiya otîzmê ketiye, dike.
Yilmaz Suvaciyî senaryo nivîsiye û tê da kesên wekî Cenan Çamyurdu, Guliz Gunduz, Bariş Koçak, Gizem Çiracı û Hakan Tepe dileyîzin.
"Şeva Şewatê"
Tatiana Huezo derhêner e. Mayra Batalla, Norma Pablo, Memo Villegas, Alejandra Camacho û Eileen Yanez jî tê de dilîzin.
Fîlmê cûreya wê drama ye, qala çîroka sê keçên li gundekî dike ku dayik ji bo keçên xwe ji baronên hişbirê biparêzin, porê wan jê dikin, diranên wan boyax dikin.
"Leoparê Anadoluyê"
Fîlmê "Leoparê Anadoluyê" ya ku tevî Festîvala Fîlman a Torontoyê ya Navneteweyî di gelek festîvalên neteweyî de xelat wergirtine, qala têkoşîna midûrê baxçeyeke ajalan dike. Ev midûr hewl dide, sazî ji bo sektora taybet neyê firotan.
Emre Kayiş derhêner e û Ugur Polat, Îpek Turktan, Tansu Biçer, Ege Aydan, Seyithan Ozdemir, Osman Alkaş û Nuri Gokaşan dileyîzin.
"Halîl"
Derhênerê fîlmê bi navê "Halîl" Mehmet Elçî, lîstikvanên wê jî Fethî Çagan Mertsoz, Yilmaz Yondem, Serdar Noyan, Fahrî Doymaz û Şukran Çagman in.
Cureya fîlmî dram e, mijara wê jî merikekî ciwan ê nexweşiya stresê pê ra heye ji bo ku ji vê rewşê xelas bibe beşdarî komeke bi navê "Koma Halîlan" dibe. Mêrikê dixwaze di nav vê komê da bibe "Halîl" wezîfeyên têkiliya wan bi dewletê re heye dike.
"Daristana Macerayê ya Doruyê"
Fîlma ku cureya wê anîmasyon e behsa Alacayê ku dikeve destê sîrkeke heywanan dike.
"Osman Heyşt"
Derhênerê fîlmî Ezel Akay e, lîstikvanên wê Tîm Seyfî, Begum Bîrgoren, Kemal Uçar, Ezel Akay û Hasan Akay in.
Mêrîkekî nexweşiya agorafobiyê pê re heye û nikare derkeve derve li koşkeke kevn de dijî.
Di fîlmê de behsa têkiliyên wî û pênc cinawêran û serpêhatiyên têne serê mêrik tê kirin.
"Îblîs: Xwediyê Tarîyê"
Cureya fîlmî tirs e.
Leventê ku piştî gelek zehmetiyan digîhêje defîneyekê hîn dibe ku xwediyê wê cin in. Ji bo ku xwe û malbata xwe ji vê rewşê xilas bike Levent têkoşînê dide ku fîlm behsa vê dike.
"No: 26 Qêrîna Mirinê"
Derhênerê fîlmê Batuhan Çelîk e, lîstikvanên wê Hande Ogut, Bariş Baktaş, Lola Polat, Berat Eren Adanali ne.
Di fîlmê da Selîn û hevalê wî Bariş xeberê ji xwîşka Selînê ya ku li mala wan a havîngehê ye hilnadin. Ew hewl didin herin havîngehê ku hin tişt tên serê wan û fîlm behsa van serpêhatiyan dike. (FD)