Li Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 9 fîlm wê têkevin vîzyonê.
Di fîlmê "Eternals"ê de Angelina Jolie, Gemma Chan, Salma Hayek, Richard Madden û Kumail Nanjiani dileyîzin.
Chloe Zhaoyê ku bi fîlmê xwe yê "Nomadland" va xelata "Derhênerê Herî Baş" stand, derhêneriya vî fîlmî dike. Fîlm qala çîroka Eternalan dike ku di dîrokê de mirovahiyê diparêzin û bi armanca pêşketina mirovahiyê piştgiriyê didin.
Chloe Zhao senaryoya fîlmî bi Patrick Burleigh, Ryan Firpo û Kaz Firpo re nivîsiye û cureya fîlmî macera û aksiyon e.
"Parêzvan"
Liam Neeson, Jacob Perez, Katheryn Winnick, Teresa Ruiz û Alfredo Quiroz tê de dileyizin û Robert Lorenz derhêneriya wê kiriye.
Behsa jiyana gaziyekî Wîetnamê yê teqawidbûyî dikin.
"Tam li gor dilê te me "
Fîlmî almanan çêkiriye. Maren Eggert, Dan Stevens, Sandra Hüller û Hans Löw tê de dilîzin û Maria Schraderê derhêner e.
Cureya fîlmî honandina zanistî û romantîk e.
"Çoga Ahedî"
Derhêneriya fîlmî Nadav Lapid kiriye û Avshalom Pollak, Nur Fibak, Oded Azulay û Michal Benkovitz Sasu tê de dileyîzin.
Di fîlmî de qala welatiyekî Îsraîlê yê li Parîsê dijî û bi nasnameya xwe re pirsgirêkên wî hene dike. Ev kes dixwaze ku fîlmê çîroka welatiyekî Filistînê yê çalakvan bikişîne.
"Cemîl Şow"
Bariş Sarhan e derhêner û di fîlmê da Ozan Çelîk, Nesrîn Cavadzade, Alîcan Yucesoy, Cezmî Baskin û Başar Alemdar dilîzin. Fîlm behsa çîroka kesekî di ku li navendeke kirîn û firotinê di karê ewlehiyê de kar dike. Rojekê aktorekê ji Yeşîlçamê nas dike.
"Zêde Ewk Neke"
Ahmet Kapucu derhêner e. û Omur Ozdemîr, Hakan Merîçlîler, Firat Albayram, Ceyda Kasabali û Ayhan Taş tê de dilîzin. Cûreya fîlmî komedî ye.
Omur Ozdemirî senaryo nivîsandiye û di fîlmê da behsa ciwanekî piştî eskeriyê bêkar maye û hewl dide karekî bibîne dikin.
"Cuhenna"
Gurbet Gurur Canturk û Rafet Ogeday Erdogan derhêner in. Di fîlmî de Can Yavuz, Arîfhan Durmuş, Semîh Uyulgan û Şefîka Umît Tolun dilîzin.
"Dema li Şeytên Digeriyan"
Faîk Ahmet Akinci derhêner e û di fîlmî de Can Şallioglu, Metîn Yuksel, Kubra Kadi, Damla Nur Yilmaz û Doguş Arslan dilîzin.
"Turu û Serpêhatiyên li Sîrkê"
Derhêneriya "Turu û Serpêhatiyên li Sîrkê" ya fîlmê anîmasyonê, Victor Monigote û Eduardo Gondell kirine. Di fîlmî de behsa Turuya mirîşk a bi Isabela mamosteya wê ya muzîkê re hatiye kirin. (FD)