Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê jê 5 xwemalî wê 9 fîlm bikevin vîzyonê.
Fîlma bi navê "Seberg" a ku serlîstikvana wê lîstikvana Amerîkî Kristen Stewart e wê derkeve pêşberî sînemahezan. Senarîstên fîlmê Anna Waterhouse û Joe Shrapnel in. Derhêner jî Benedict Andrews e.
Ji bilî Kristen Stewart Margaret Qualley, Zazie Beetz, Anthony Mackie, Jack O'Connell, Stephen Root û Vince Vaughn jî di fîlmê da dilîzin.
"Berjêr"
Di fîlmê da jin û mêrek zarokên xwe hildidin diçin betlaneyê, xwe li ser berfê dişiqitînin, bêhna xwe didin. Li wir ew li ser jiyana xwe û zewaca xwe difikirin û diaxivin.
Serlîstikvanên fîlmê Julîa Louis-Dreyfus, Will Ferrell, Miranda Otto, Zach Woods û Kristofer Hivju in. Derhêner Nat Faxon û Jim Rash in.
"Girava Xeyalan"
Di fîlmê da li giraveke tropîk gundekî ji bo betlaneyê heye ku behsa xwediyê wê Mr. Roarke û muşteriyên wî tê kirin.
Derhêner Jeff Wadlow e. Lîstikvanên fîlmê jî Maggie Q, Michael Pena, Lucy Hale, Michael Rooker, Charlotte McKinney û Kim Coates in.
"Girê Nuhî"
Serlîstikvanên fîlmê Alî Atay, Haluk Bîlgîner, Hande Dogandemir, Mehmet Ozgur û Arin Kuşaksizoglu ne. Cenk Erturk senarîst û derhênerê fîlmê ye. Cureya fîlmê dram e.
Xortekî bavê wî ji wî ra gotiye dema ew bimre wî li bin dara Nûhê binax bikin hewl dide wesîyeta bavê xwe bi cih bîne.
Derhênerê dîtbarî yê fîlmê Federico Cesca ye, muzîkên fîlmê jî ji hêla Leon Gurvitch va hatine çêkirin.
"Bêhna Cehterê ji Destmala Min Tê"
Cureya fîlmê dram e. Du pismamên li heman gundî dijîn dil didin heman keçikê. Paşê ji bo şerê Çeneqeleyê dijîn û fîlm behsa çîroka wan dike.
Serlîstikvanên fîlmê Mehmet Çevîk, Wîlma Elles, Hakan Devrîm Goztepe, Tarik Bayrak û Devrim Yakut in. Derhênerên fîlmê Huseyîn Ozden û M. Hakan Kurşun in.
"Çengela Sabît: Pirsa Dawîn"
Derhênerê fîlmê Nurî Yildiz e. Serlîstikvanên fîlmê Îsmail Baki Tuncer, Firat Sobutay, Zerrîn Sumer, Metîn Yildiz, Barbaros Dîkmen û Murat Ozsoy in.
"Zengo"
Serlîstikvana fîlmê Yasemîn Sakallioglu ye. Jineke modavaniyê dike bi xwe cil û bergan çêdike û dixwaze bibe yeka navdar. Ji bo vê jî bi hevala xwe ya heman karî dike ra dikeve pêşbaziyê. Derhêner Şahan Gokbakar û Muge Manuş in.
Ji bilî Yasemîn Sakallıoglu Dilşah Demir, Ece Îrtem, Semîh Varol û Unal Kantarci jî di fîlmê da lîstikvaniyê dikin.
"El-Deccur"
Derhênerê fîlmê Gokhan Ari ye. Cureya fîlmê tirs e. Di fîlmê da komeke xwendekarên arkeolojiyê dema erdê dikolin hin tişt tên serê wan, behsa van bûyera tê kirin.
"Fixies vs Krabots"
Ev fîlma anîmasyonê ya ji hêla Rûsyayê va hatiye çêkirin behsa Profesor Eugenius dike. Profesor li hemberî hevalê xwe yê ew jî wek wî mucît e pêşbaziyê dike. Fîlm behsa reqabeta wan dike. (FD)
* Çavkanî: AA