Li Tirkiyeyê di salonên sînemayê da vê hefteyê 2 jê xwemalî 9 fîlm wê bên weşandin.
Fîlmê "Baba" yê ku Florian Zeller kişandiye û di qada "Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş" û "Senaryoyaya Lêanînê ya Herî Baş" de du xelatên Oscarê hildaye, wê derkeve pêş temaşevanan.
Di rola sereke ya fîlmî de Anthony Hopkins, Olivia Colman, Imogen Poots, Rufus Sewell û Olivia Williams dileyîzin û fîlm qala kalekî dike.
"Labîrenta Ber Bi Mirinê Ve: Lîga Şampiyonan"
Logan Miller, Taylor Russell, Isabelle Fuhrman, Indya Moore û Holland Roden di fîlmê "Labîrenta Bi Ber Mirinê Va: Lîga Şampiyonan" de dileyîzin.
Adam Robitel derhênerê fîlmî ye. Şeş kesên di labîrentekê de hatine girtin ji bo li sax bimînin hewl didin û têdikoşin.
"Pitika Patron 2: Şirketa Malbatî"
Fîlmê anîmasyonê yê Tom McGrathî derhênerê wê ye û Jeff Goldblum, James Marsden, Alec Baldwin û Ariana Greenblatt jî deng dane wê bi serpêhatiyeke nû derdikeve pêş temaşevanan.
“Qereqola Bibela"
Joe Carnahan derhênerê fîlm e û Gerard Butler, Frank Grillo, Toby Huss û Alexis Louder tê de lîstine. Fîlm bi sehneyên xwe yên aksiyonê balê dikşîne.
Kurt McLeod û Joe Carnahan senaryoya wê nivîsandiye. Tê da qala bûyerên di navbera polêsek, durûyek û kujerekî de tê kirin.
"Qîrîna di Tariyê de"
Lucas Sarquiz, Jimena Frontera, Chucho Fernandez û Clara Kovacic rola sereke dilîzin û Diego Savignano derhêner e. Qala Youtuberekî dikeve "Dark Web"ê û paşê hinek tişt tên serî dike.
"Konsera Orkestraya Kimetsuyê"
Fîlmê anîmasyonê yê Orkestraya Fîlarmonîk a Tokyoyê ye. Hirofumi Kurita şefê wê bû û Nami Nakagawa û Maiko Katagirl jî vokalît bûn.
"Sêv"
Di fîlmê "Sêv"ê de Aris Servetalis, Sofifa Georgovassili, Anna Kalaitzidou û Argyris Bakirtzis dilîzin û Christos Nikou derhênerê wê ye. Filmî li gelek mihrîcanên fîlman xelat hildaye û Yewnanistanê ew weke namzetê Oscarê nîşan daye.
"Koma Bêarmanc"
Di fîlma pêkenokê ya xwemalî ku derhêneriya wê Alî Tanriverdî kir da wek lîstikvan Sarp Bozkurt, Ali Barkin, Naz Çagla Irmak û Gamze Karaduman dileyîzin.
"Azubel"
Fîlmê tirsê ye. Fatih Gulaydinî derhêner e. Qala du ciwanan dike ku di maleke bûyerên paranormal lê diqewimin de dîl mane û hewl didin rizgar bibin. (FD)