Li salonên sînemayan vê hefteyê sê heb wê xwemalî, 8 fîlmên nû wê bên nîşandan.
Di fîlmê "Daketina Bilez" de Song Kang Ho, Lee Byung Hun, Jeon Do Yeon û Nam Gîl Kîm serlîstikvan in. Derhênerê fîlmê Han Jae-Rîm e, cureya wê aksîyon e. Di fîlmê de balafirek bi rê dikeve ku here Hawaîiyê û rastî êrîşeke terorê tê. Balafir dema wê dakeve jêrê rêwiyek ji ber nexweşiyekê dimre, him di balafirê de û him jî li erdê tirs û aloziyek dest pê dike.
"Cihê ku Kya Stranan Lê Dibêj"
Derhênera fîlmê Olîvîa Newman e, fîlm ji ber romana bi navê "Where the Crawdads Sing" ya di 2018an da hatiye weşandin hatiye girtin.
Serlîstikvana fîlmê Daisy Edgar-Jones e. Harris Dickinson, David Strathairn, Garret Dillahunt û Taylor John Smith jî lîstikvanên din ên fîlmê ne.
Fîlm behsa qîzeke bê malbat ya li Karolînaya Bakur bi tena ser xwe mezin bûye dike.
"Arthur Rambo"
Derhênerê fîlmê Laurent Cantetê Frensî ye ku ew xwedî Xelata Palmiyeya Zêrîn e. Promiyera dinyayê ya fîlmê di sala 2021ê de li Mîhrîcana Fîlman a Torontoyê çêbû.
Lîstikvanên fîlmê Rabah Nait Oufella, Antoine Reinartz, Sofian Khammes, Anaël Snoek û Aleksandra Yermak in.
"Ax Lo Birako"
Di fîlmê komediyê de Ufuk Ozkan, Anil Îlter, Serkan Kuru, Sevcan Yaşar û Ersîn Olgaç dileyîzin. Fîlm qala du kesên qerekterên wan ji hev dûr in dike.
"Dibistana Kêvroşkan: Hêkên Hêwayî"
Ev fîlmê anîmasyonê bi derhêneriya Ute von Munchow-Pohl ve hatiye kişandin û di fîlmê de qala kevroşk Leoyî dike ku li bajêr mezin bûye û dixwaze heta bi hetayê ji Cejna Biharê xilas bibe û bi vê armancê jî bi roviyan re lihev dike.
"Dijmina li malê: Destpêk"
Di fîlmê ku bi derhêneriya William Brent Bell ve hatiye kişandin da di rola sereke de Isabelle Fuhrman û Julia Stiles dileyîzin. Di fîlmê de qala keçikekê dikin ku ji nexweşxaneya dînan reviyaye, di mala malbateke dewlemend da bi cî bûye û xwe mîna sebiya wan a winda bûye dide qebûl kirin.
Fîlmên tirsê yên vê hefteyê
Derhênerê fîlmê Annîs Şeva Mirinê Adem Ugur e û Meral Kaplan, Selçuk Kiliç, Korkmaz Polat, Hulya Dîken û Mehmet Ugur tê de dilîzin. Fîlma Hafîr: Gora Tarî jî bi derhêneriya Kemal Danaci û Sedat Ergen va hat kişandin. (FD)