Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê 3 jê xwemalî, 8 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Fîlma derhêner Sophîa Takal a bi navê "Noela Reş" wê derkeve pêşberî temaşevanan.
Di sala 1974an da bi heman navê fîlmek hatibû çêkirin ku ev fîlm ji nû va kişandina wê fîlmê ye.
Di fîlmê da Cary Elwes, Imogen Poots, Brîttany O'Grady, Aleyse Shannon, Lîly Donoghue, Lucy Currey, Ben Black û Simon Mead lîstikvan in.
Komeke jinên ciwan ji bo Noelê dixwazin partiyeke şahiyê li dar bixin, lê kujerekî rûyê wî nixûmandî li dû wan dikeve. Têkoşîna jinan a li hemberî vî kujerî mijara fîlmê ye.
"Sitargeh"
Fîlma derhêner Lîlly Heart Marrîott "Sitargeh" behsa çîroka ciwanekî derdikeve rêwîtiyeke dijwar dike.
Lîstikvanên fîlmê Chrîstopher Foran, Jemma Hendrîcks, Sean Mîllîngton, Ely Jackson, Adam Manfredî û Kuchtova Ivîca nin.
"Joe-yê Biçûk"
Di vê fîlmê da ji nebata Little Joe (Joe-yê Biçûk) dermanekî antîdepresan ê ku kêfxweşiyê dide mirovan di laboratuvarê da tê çêkirin. Tesîra vî dermanî, geşedanên genetîk û zanistî di fîlmê da tên nirxandin.
Lîstikvanên fîlmê Emîly Beecham, Ben Whîshaw, Kerry Fox, Kît Connor, Phenîx Brossard, Leanne Best û Lîndsay Duncan in.
Derhênera fîlmê Jessîca Hausner e.
"Lara"
Derhênerê fîlma "Lara"yê Jan Ole Gerster, senarîstê wê jî Blaz Kutîn e.
Jinek di rojbûna xwe ya 60emîn de biryar dide here konsera kurê xwe yê piyanîst. Di fîlmê da têkiliya jinikê ya bi kurê wê ra û raçavkirina rabirdûya wê tê behskirin.
Corinna Harfouch, Tom Schîllîng, Volkmar Kleînert, Raîner Bock, Edîn Hasanovîc û Marîa Dragus di fîlmê da lîstikvaniyê dikin.
"Astral"
Chrîs Mul derhênerê fîlmê ye, cureyê fîlmê tirs û dram e.
Lîstikvanên fîlmê Frank Dîllane, Catherîne Steadman, Damson Idrîs, Vanessa Grasse û Trevor Whîte in.
Di fîlmê da ciwanekî diya wî dimre piştî mirina diya xwe zehmetiyan dikşîne û dixwaze bi saya gereke astral a zanistî ya bi hiş va tê kirin, pêk bîne.
"Evîna Bêhiş"
Senarîst û derhênerê fîlmê Umut Ertek, lîstikvanên wê jî Îsmaîl Hacîoglu, Ebru Şahîn, Burcu Kara, Ruhî Sari, Ayşegul Gunay, Tuncer Salman, Emîr Benderlîoglu, Volga Sorgu û Alî Buhara Mete ne.
Cureya fîlmê dram e.
Di fîlmê da salên 80yî ne, ciwanekî diya xwe xwedî dike û diya wî ya bi rabidûya xwe ra rûbirû dimîne û li ser wê diponije hene. Fîlm behsa çîroka wan dike.
"Egîdê Min"
Derhênerê fîlmê Okan Ege Erguven e.
Di fîlmê da zarokekî ji dilê xwe nexweş e û birayê wî yê ji bo wî her tiştî dike tên behskirin.
Lîstikvanên fîlmê Haci Alî Konuk, Ergîn Kilikçier, Eyup Erguven, Ayçe Abana, Zekî Ocak û Ayşegul Yalçiner in.
"Rafadan Tayfa 2: Girê Mirazan"
Beşa ewil a vê fîlmê di 2018an da hatibû çêkirin. Ev fîlm dawiya wê fîlmê ye û anîmasyon e.
Di vê fîlmê da behsa heman tîmê ya filma ewil da cih girtibûn dike ku ew diçin Gobeklitepeyê (Girê Mirazan).
Derhênerê fîlmê Îsmaîl Fîdan e.
Lîstikvan Levent Kol, Yagmur Sergen, Hakan Coşar, Emîne Sergen Kazbek û Aysin Işimer di fîlmê fîlmê da cih digrin. (FD)