Fîlmê "Sêgoşeya Xemgîniyê" yê Ruben Ostlund ê di Festîvala Fîlman a Cannesê, Xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt, wê di sînemayên Tirkiyeyê de bê nîşandan.
Charlbi Dean, Harris Dickinson û Woody Harrelson di fîlmê de serleheng in. Ev fîlm yekem fîlmê derhêner e ku cara pêşiyê bi ingilîzî hatiye girtin. Cureya fîlmê jî komedî û dram e.
"Kî Kujer e?"
Amandla Stenberg, Maria Bakalova û Rachel Sennott tê de wekî serleheng dileyîzin.
Halina Reijê derhêner e. Qala çîroka komeke ciwanên dewlemend dike ku berî tofan bajarokê wan bide ber xwe, di malekê de partiyekê li dar dixin didin, di nava xwe de lîstikekê dilîzin û hin tişt tên serê wan .
"Emily"
Fîlmê "Emily" yê Frances O'Connor derhênerê wê ye qala evîna ku jiyana nivîskara Îngiliz Emily Bronte serûbin kiriye û her wiha pêvajoya nivîsîna şahkara wê "Girên Gujegujê" dike.
Di fîlmê de Emma Mackey, Oliver Jackson-Cohen û Fionn Whitehead serleheng in.
"Servîsa Pitikan"
Hirokazu Koreeda derhêner e, Kang-ho Song, Dong-Won Gang û Bae Doona dileyîzin.
Sanghyeon hewl dide deynê xwe bide û Dongsu jî di tesîsekê kar dike ku mirov pitikên xwe tînin li wir dihêlin. Ew pitika bi navê Woosung didizin û dixwazin wê bifiroşin.
"Qefes: Di nav du şerî da"
Cenk Îzgoren derhêner e Açelya Elmas û Murat Aslan serleheng in. Di fîlmê de qala kesekî tê kirin ku li wargeha mezinkirinê hatiye xwedîkirin û bi xwe jî xazî ye û şerkerê qefesan e.
"Feqa Şeytan"
Jacqueline Byers, Virginia Madsen û Colin Salmon serleheng in. Daniel Stamm derhêner e. Qala rehîbeyeke bi hêzeke şeytanî re rû bi rû ye, tê kirin.
"Rêwîtiya Bisêhr a Ber bi Hîvê"
Fîlma anîmasyonê ya ku Elî Samadî Ahadî derhênerê wê ye qala Peterê ku xwîşka wî hatiye revandin û ji ber vê jî bo wê rizgar bike diçe hîvê û tiştên tên serê wî, dike. (FD)