Li Tirkiyeyê di salonên sînemayê da vê hefteyê 2 jê xwemalî, 7 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Di fîlmê "Duelloya Dawîn" de Rîdley Scott derhêner e. Jodie Comer, Matt Damon, Adam Driver, Ben Affleck û Clare Dunne lîstikvan in.
Cureya fîlmî dram e û Ben Afflek, Matt Damon û Nicole Holofcenerê senaryoya wê nivîsandine.
Di fîlmî de behsa jineke wêrek û jîr têkirin ku bi tena serê xwe hewl dide di heyama Şerên Sedsalê da li hemberî hêz û desthilatiya mêran li ser piyan bimîne.
"Venom: Hêrsa Bijehr 2"
Derhênerê fîlmî Andy Serkîs e, serlîstikvanên wê Tom Hardy, Woody Harrelson, Mîchelle Wîllîams, Naomîe Harrîs û Stephen Graham in.
Kelly Marcel senaryo nivîsiye. Cureya fîlmî serpêhatî û aksiyon e.
Di fîlmî da behsa têkiliya rojnemevan Eddîe Brock û Venom tê kirin ku ev dewama fîlma ewil e. Di fîlmê da Cletus Kasady û Shriek li hemberî Venomê têkoşînê didin.
"Eyda Pîrhebokan Dikuje"
Derhênerê fîlmî Davîd Gordon Green e, serlîstikvanên wê Jamîe Lee Curtîs, Judy Greer, Andî Matîchak, Nîck Castle û Dylan Arnold in.
Fîlm behsa têkoşîna di navbera Laurîe û Mîchael Myersê de dike. Laurîe Mîchael Myers, qîza wî Karen û neviya wî Allyson dike dafikê û hewl dide ew bimirin.
"Fantezî"
David Foenkinos û Stephane Foenkinos bi hev ra derhêneriya fîlmî kirine û tê de Denis Podalydes, Suzanne Clement, Mathys Barbedette û Pauline Clementî. lîstine. Fransiyan fîlm çêkiriye û cûreya wî komedî ye.
"Fate"
Cureya fîlmê anîmasyon e û Kazuto Arai derhêneriya wê kiriye û tê da qala macerayên Bedivereyê şovalyeyê gerok dike.
"Ceberruh"
Derhêneriya wê Bugra Kekîk kiriye û Erkan Çelîk, Hulya Dîken, Oguz Oztaş, Merîç Akay û Bariş Baktaş tê de dileyîzin. Tê de qala çîroka 5 hevalên ku betlaneya qampê dikin û li herêma ku lê dimînin salek berê bûyereke hovane qewimiye.
"Hep Yek 4: Altan Nifira Neke"
Di vî fîlmê da Ulaş Înan Torun, Onder Açikbaş, Yildirim Memîşoglu, Serdal Genç û Şafak Sezer dileyîzin û cureya wê komedî ye.
Ozgur Bakar derhêneriya wê kiriye û berdewamiya çîroka fîlmên borî ye. (FD)