Vê hefteyê 2 jê xwemalî li Tirkiyeyê wê 7 fîlm bikevin vizyonê.
Fîlma bi navê "Ji Bo Çûnê Destûrê Bide" ku Thomas Bezucha derhênerî kir û di rola sereke da jî tevlî Kevîn Costner û Diane Laneyê, Jeffrey Donovan, Booboo Stewart û Lesley Manville dileyîzin da qala malbateke ku ji kurê xwe dibin û dixwazin neviyê xwe bibînin dike.
"Dizê Rast"
Di fîlma Liam Neeson rola sereke da dileyîze qala dizekî bankeyê ku ji ber evîndariya xwe dixwaze teslîm bibe û bi ajanên FBIyê yên çilvirî bûne ra têdikoşe tê kirin.
Kate Walsh, Jai Courtney, Jeffrey Donovan û Anthony Ramos di fîlmê da hevaltiya Neeson dikin, senaryoya fîlmê ji alî Steve Allrich va hatiye nivîsîn û Mark Williams jî derhêneriya fîlmê kiriye.
"Biyanî"
Visar Morina derhêneriya "Biyanî" hilda ser xwe û di fîlmê da jî Sandra Huller, Misel Maticevic, Rainer Bock û Thomas Mraz dileyîzin.
Fîlm bi şirîkatiya Almanya û Belçîkayê hatiye kişandin û qala endazyarekî kîmyayê ku li saziya dixebite muameleyên cudakariuyê lê tên kirin, dike.
"Tirsa Kûr"
Neasa Hardiman a ku ewilî senaryoya fîlmê nivîsî paşê jî derhênerî kir fîlma Tirsa Kûr ji bo temaşevanan amade kir.
Di fîlma bi şirîkatiya Amerîka, Belçîka, Îngiltere, Îrlanda û Swêdê hat çêkirin da qala teyfeya ku bi şikevên masiyan va di nav behrê da mehsûr mane û li hemberî parazîteke ji ber avê derketiye holê hewl didin, dike.
Di rola serekeda Hermione Corfield, Dag Malmberg, Jack Hickey, Olwen Fouere û Dougray Scott dileyîzin.
"Havîna 85an"
Fîlma ku derhênerî û senaryo jî ji destê François Ozon derket da qala ciwanekî 16 salî yê li bajarokek devê peravê ya li Normandiyayê ye dijî tê kirin.
"Evînê Te Bibîne"
Di fîlmê da wek lîstikvan Firat Kaya, Asli Şîmşek, Şevkî Ozcan, Tolga Oz û Gokhan Daldik dileyîzin û derhêneriya fîlmê jî Hakan Yucel kir.
"Heneka Dawîn"
Fîlma xwemaliya din a ku vê hefteyê tê nîşandan bi derhêneriya Erkam Bulbul va ji bo temaşevanên pêkenokan hez dikin hatiye çêkirin.
Di fîlmê da Serdar Gokalp, Ege Kokenlî, Gokay Muftuoglu, Perîhan Unlucan û Ozer Arslan dileyîzin. (FD)