Li salonên sînemayê yên Tikriyeyê di hefteya dawîn a salê da 6 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Fîlma bi navê "Dinyaya Rengîn a Louîs Waîn" ya ku derhênerê wê Wîll Sharp û serlîstikvanên wê Benedîct Cumberbatch, Claîre Foy, Andrea Rîseborough, Jamîe Demetrîou û Sophîa Dî Martîno ne wê bê nîşandan.
Benedîct Cumberbatch, namzedê Oscarê wê di fîlmî de jiyana wênesazê navdar Loîs Waîn bilîze, Claîre Foy a xwedî xelatên Emmy û Kureya Zêrîn jî lîstikvanên din in.
"Wezîfeya Dawîn"
Lîstikvanên fîlmê "Wezîfeya Dawîn" Richard Dreyfuss, Mira Sorvino, Pruitt Taylor Vince, D.W. Moffett û Cress Williams in.
Derhênerê fîlmê Adam Lîpsîus' e.
Di fîlmê de merivekî bi navê Ben Myers yê mirovekî mafyayê ye bi nexweşiya pençeşêrê ketiye û jina wî jî nexweşa demansê ye. Myers him xwe û him jî li jina xwe miqate dibe, rojekê diz dikevin mala wî û jiyana wan serobino dibe. Ew ji bo heyfa xwe hilde planekê çêdike lê hin tiştên din diqewimin.
"Seans"
Di fîlmê seansê de Suki Waterhouse, Madisen Beaty, Inanna Sarkis, Ella-Rae Smith û Stephanie Sy lîstikvan in.
Derhênerê fîlmê Simon Barrett e û fîlmekî amerîkanî ye.
Cureya fîlmî tirs e û di fîlmî de komek xwendekar henekên xwe bi qîzeke nû hatiye dibistanê dikin û bang li cinan dikin.
"Qutiya Bîranînê"
Joana Hadjithomas û Khalil Joreige derhêner in. Hassan Akîl, Manal Îssa, Rîm Turkî û Paloma Vauthier dileyîzin.
Di fîlmî de qala Maîaya ku dayikeke bî ye û di Noelê da diyariyeke bêhempa hildide dike. Di diyariya hildaye da wêne, lênûsk, qasêt hene. Maîa li Beyrûtê berî şer ew ji hevalek xwe re şandine û ew ji wan bîranînan pêk tê. Aleks a qîza Maîayê jî tiştên di qutiyê de ne bera hev dide û derbarê dayika xwe de hin tiştan hîn dibe."
"Sword Art Online The Movie - Progressive"
Ev fîlm ji ber rêzefîlma "Sword Art Online"yê hatiye kişandin. Li gorî fîlmî lîstika "Sword Art Online The Movie - Progressive" di sala 2022an da derketiye û kesên di lîstikê da dileyîzin û dimirin, di rastiyê da jî dimirin.
"Qaptan Sabertooth û Korsanên Biçûk li pey Almasta Winda ne"
Di fîlmê anîmasyonê yê Marit Moum Aune û Rasmus A. Sivertsen derhêneriya wê kirine de, behsa tiştên tên serê Qaptan Sabertooth û Korsanên Biçûk dike ku ku ji bo almasta winda bibînin derketine rê dike. (FD)