Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê 2 jê xwemalî, 6 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Fîlma bi navê "Li Benda Barebaran" ya ku ji ber pirtûka J.M. Coetzeeyî hatiye çêkirin vê hefteyê wê bikevin vîzyonê. Derhênerê filmî Ciro Guerra û serlîstikvanên wê Mark Rylance, Johnny Depp û Robert Pattinson in.
Di fîlmê da dozgerekî li bajarokeke împaratoriyekê dijî dema dibîne albayek ji bo rê li ber kesên serîhildane bigire rê û rêbazên zalimane bi kar tîne, baweriya dozger li hemberî împaratoriyê namîne.
Fîlm beşdarî Mihrîcana Fîlman a Venedîkê bû û ji pirtûka nivîskar John Maxwell Coetzee hat hildan ku bikeve sînemayê.
"Dostê Min ê Hov"
Derhênerê fîlmê Gîlled de Maîstre û cureya wê jî dram e.
Di fîlmê da behsa hevaltiya Mîayê 10 salî û şêrekî spî yê bi navê Charlîe tê kirin.
Fîlm bi hevkariya Almanya, Fransa û Afrîkaya Başûr va hatiye çêkirin.
Serlîstikvanên fîlmê Daniah De Vîllîers, Melanîe Laurent, Langley Kîrkwood, Ryan Mac Lennan û Lîonel Newton in.
"Nobeda Miriyan"
Derhênerê fîlmê Keîth Thomas, serlîstikvanên wê jî Dave Davîs, Menashe Lustîg û Malky Goldman in.
"Hikûmeta Malbatê"
Derhênerê fîlmê Burak Demirdelen, serlîstikvanên wê jî Mehmet Yildirim, Aslihan Malbora, Alper Saldiran, Naîl Kirmizigul û Gulhan Tekîn in.
Cureya fîlmê komedî ye.
Di fîlmê da mamosteyekî tayîna wî derdikeve gundekî dema dibîne eqreba bi hev ra dizewicin ji bo rê li ber vê bigire rêyekê dibîne. Lê rê û rêbazên mamoste dibîne gundiyan dixe nav rewşeke trajîkomîk.
"Rojnivîska Psikopatekî"
Cureya fîlmê tirs e, derhênerê fîlmê Samet Başormanci ye.
Di vê fîlma xwemalî da mêrikekî jina wî ya ducanî û zaroka wî ya nehatiye dinyayê tê kuştin hewl dida tola xwe hilde.
Serlîstikvanên fîlmê Burak Ergun, Elîf Çîçek, Îsmail Erzurum û Kerem Kurt in.
"BoBoiBoy"
Derhênerê fîlmê Nîzam Razak e, cureya wê anîmasyon e.
Di fîlmê da hevalê "BoBoiBoy" ji hêla komek kesên xezîneyê digerin va tê revandin.
Ew ji bo hevalê xwe Ochobot xelas bike hewl dide û hin serpêhatî tên serê wan. (FD)
*Çavkanî: AA