Li Tirkiyeyê vê hefteyê yek jê xwemalî 5 fîlm wê têkevin vîzyonê.
"Bloodshot"
Ev fîlm ji ber xêzeromanekê hatiye çêkirin û dêrhêneriya wê Dave Wilson kiriye. Di fîlmê da eskerekî bi navê Ray Garrison di pevçûnekê da dimire, lê wî bi xebatên nanoteknolojîk va cardin zindî dikin, lê ew dîsa baweriya xwe bi kesên ew zindî kiriye nayne û peyê tolhildana kuştina jina xwe dikeve.
Di fîlmê da Vin Diesel rola Ray Garrison dileyîze û ji bilî wî Eiza Gonzalez, Sam Heughan, Guy Pearce, Toby Kebbell, Talulah Riley, Lamorne Morris û Johannes Haukur Johannesson di fîlmê da dileyîzin.
"Eşqa Siyan"
Nivîskarî û derhêneriya vê fîlmê Claudia Myersê kiriye. Di fîlmê da keseke bi navê Hollyê di dilqê cinan da dijî û nayê dîtin, tenê kesek wê dibîne û nas dike. Fîlm piştî hevnasîna herduyan, ser jiyana wan disekine.
Cureya fîlmê dram e û tê da tiştên fantastîk jî hene. Olivia Thirlby, Alan Ritchson, Megan Fox, Jim Gaffigan, Maria Dizzia û Tito Ortiz tê da dileyîzin.
"Eşqa Ewil"
Çêkerê fîlmê sînemagerê Japon Takashi Miike ye. Di fîlmê da di şeveke Tokyoyê da qala boksor û keça ku bûye aşiqê wê tê kirin ku di nav mafyayê da şeveke çawa derbas kirine.
Masataka Kubota, Sakurako Konishi, Jun Murakami, Nao Ohmori û Shota Sometani di fîlmê da dileyîzin û Masa Nakamura senaryoya wê nivîsiye.
"Murîd"
Severin Fiala û Veronika Franz derhêneriya fîlmê dikin. Di fîlmê da jineke ku bi mêrekî ra li ber zewacê ye, bi mêrik û zarokên wî ra diçe betlaneya zivistanê, lê di betlaneyê da tiştên tirsnak tên serê jinikê.
Riley Keough, Richard Armitage, Alicia Silverstone, Jaeden Martell û Lia McHugh di fîlmê da dileyîzin.
"Araf 4: Meryem"
Gokhan Ari derhêneriya vê fîlma tirsnak a xwemalî kiriye. Di fîlmê da Meryema ku nû bûye mamoste bi Guzîdeyê ra di heman malê da dimîne û bûyerên ecêb tên serê wan. (FD)
* Çavkanî: AA