Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê 4 jê xwemalî, 10 fîlm dê bikevin vîzyonê.
"Ava bêbinî"
"Ava Bêbinî" ku Kristen Stewart, John Gallagher Jr., T.J. Miller, Vincent Cassel, Jessica Henwick, Mamoudou Athie û Gunner Wright di rolên sereke da dilîzin dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Fîlma ku senaryoya wê ji hibra Brian Duffield û Adam Cozad niqutiye, qala çîrok û serhatiyên komeke lêkolînvan a ku di binê oqyanûsê da lêkolînan dikin, dike.
"Cats"
Fîlma muzîkal "Cats" ku kesên wekî Idris Elba, Taylor Swift, Ian McKellen, Rebel Wilson, Judi Dench, Ray Winstone û Jennifer Hudson tê da rol wergirtin, bi derhêneriya Tom Hooper hat kişandin.
Derhênerê xelatkiriyê Oscarê Tom Hooper di vê fîlma xwe da şanoya muzîkal a Andrew Lloyd Webber veguhest fîlma sînemayê.
"Kêr li hev kişandin"
Fîlma "Kêr Li Hev Kişandin " ku Rian Johnson nivîsî û bi rê va bir, li ser lêpirsîna du dedektîfan hûr dibe. Ev herdu dedektîf, piştî mirina nivîskar Harlan Thrombeyê ku bi pirtûkên polîsiye yên zehf tên firotan va debara malbata xwe ya ku bi hevra derbasiyê nakin dike, jêpirsîna neferên razber ên malbatê dikin.
Kesên wekî Daniel Craig, Chris Evans, Ana de Armas, Jamie Lee Curtis, Michael Shannon, Don Johnson, Toni Collette, LaKeith Stanfield, Christopher Plummer, Katherine Langford û Jaeden Martell di fîlmê da dileyîzin.
"Em ev in"
Fîlma "Em ev in" ku Caner Ozyurtlu nivîsî û bi rê va bir, qala çîroka hinek hevalan dike ku ji ber nexweşiya jinika ku li ber pêşa wê mezin bûn, cardin tên cem hev.
Di fîlma ku cureya wê komedî ye da ligel hunermend Humeyrayê lîstikvanên wekî Berrak Tuzunataç, Ozge Ozpirinçci, Şebnem Bozoklu, Engin Ozturk, Meriç Aral û Boran Kuzum dileyîzin.
"Sifir û Yek"
"Sifir û Yek" qala serhatiyên komeke mirovên hevalên hev dike ku ji Edeneyê dertên û ji bo jiyaneke nû berê xwe didin Îzmirê.
Di fîlma ku Kadri Beran Taşkin derhênerê wê ye da kesên wekî Savaş Satiş, Onur Akbay, Cengizhan Yurdutek, Burak Akyuz, Salih Înci û Mehmet Elmas dileyîzin.
"Rem"
"Rem" ku Berk Aygul derhênerê wê ye û herwiha lîstikvanên wekî Oyku Bozkurt, Cemre Cansaatçi, Sebahat Adalar û Galip Akın tê da rol wergirtin, qala serhatiyên du ciwanên ku bi şev vediciniqin, lê nizanin bê ka sedema wê çi ye.
"Gamonya: Welatê Xeyalan"
"Gamonya: Welatê Xeyalan" ku Tugçe Soysop derhênera wê ye, li ser serhatiyên zarokekî ku ji bîr kiriye ku xeyalan bike hûr dibe. Zarok piştî bûyereke nexweş, xwe li welatê fantastîk Gamonyayê dibîne.
"Fîkbaz"
"Fîkbaz" ku Corneliu Porumboiu nivîsîye û bi rê va biriye, behsa çîroka polêsekî ku neçar dimîne û zimanê fîkê yê Giravên Kanaryayê hîn dibe dike. Polês ji ber ku di nava plana revandina ji girtîgehê ya karsazekî têkildarê mafyayê da ye, neçar dimîne ku zimanê fîkê fêr bibe.
Di fîlma ku cureya wê komedî ye da Vlad Ivanov, Catrinel Marlon, Rodica Lazar, Agusti Villaronga, Cristobal Pinto û Sabin Tambrea dileyîzin.
"Matthias û Maxime"
"Matthias û Maxime" ku dexmeya Xavier Dolan li ser e, behsa hin serhatiyên Matthias û Maxime ku hevalên hev ên zaroktiyê ne dike ku piştî bûyerekê ji hev dikevin gumanê.
Ligel derhêner Xavier Dolan, Gabriel D'Almeida Freitas, Pier-Luc Funk, Samuel Gauthier, Antoine Pilon û Anne Dorval di fîlma ku cureya wê dram e da dileyîzin.
"Ajanên li ser karî"
Fîlma anîmasyon a hefteyê "Ajanên li ser karî" a ku bi derhêneriya Troy Quane û Nick Bruno hatiye kişandin, qala hinek serhatiyên ajanê zîrek Lance Sterling dike ku Sterling ji ber peywirekê neçar dimîne ku baweriya xwe bi neferê teknîkê Walter Beckett bîne ku kesekî bereksê wî ye û gelekî ji teknolojiyê hez dike. (FD)
Çavkanî: AA